Gelo dûrxistina Qerfûl dê daketina nirxê lîreyê Sûriyê rawestîne?

Serokê hikumeta Şamê Beşar Esed roja sêşemê bi biryarekê berpirsê Banka Navendî ya Sûriyê Hazim Yûnis Qerfûl ji erka wî dûr xist û li şûna wî hîna tu kes nehatiye erkdarkirin. Gelo sedemên dûrxistina Qerfûl ji kar çi ne û dûrxistina wî dê daketina nirxê lîreyê Sûriyê rawestîne?

Gelo dûrxistina Qerfûl dê daketina nirxê lîreyê Sûriyê rawestîne?
18 nîsan, 2021   07:41
ŞAM-NESRÎN XELÎL

Hazim Yûnis Qerfûl di 1967’an de li herêma Dirêkîş a parêzgeha Tertûsê hatiye dinê, doktora di zanistên darayî û bankan de ji Zanîngeha Bordeaux ya Fransayê wergirtiye. Her wiha bawername di têkiliyên aborî yên navneteweyî de ji Zanîngeha Şamê û bekalorya di aboriyê de ji heman zanîngehê wergirtiye.

Qerfûl gelek erk di Banka Navendî ya Sûriyê de wergirtine; di navbera 2014-2018’an de cîgirê yekemîn ê berpirsê bankê bû, di navbera 2011-2013’yan de bû serokê beşa çavdêriyê nivîsgehê û cîgirê Gerînendetiya Komseriya Hikumetê, her wiha di navbera 2010-2011’an de li Gerînendetiya Lêkolînên Aborî û Serjimêriya Giştî ya Banka Navendî ya Sûriyê xebitiye.

Qerfûl ji 2013’an heta 2014’an erka sekreteriya desteya têkoşîna li dijî "qeydkirina pereyan û piştgiriya terorê" wergirt û endamekî Komleya Zanista Aborî ya Sûriyê ye.

Qerfûl bi biryara 299’an a 2018’an bû berpirsê Banka Navendî ya Sûriyê, di 24’ê Îlona 2018’an de dest bi erka xwe kir û heta 13’yê Nîsana 2021’an berpirsê bankê bû.

DI DEMA ERKA WÎ DE ÇI ÇÊBÛ?

Dema ku Qerfûl berpirsê Banka Navendî bû, nirxê lîreyê Sûriyê li hember dolarekî 470 bû, lê piştre lîreyê Sûriyê daket û di destpêka 2021’an de her dolarek nêzî 5 hezar lîreyên Sûriyê bû.

Di dema erka Qerfûl de lîreyê Sûriyê bi awayekî mezin daket, heta Banka Navendî li hember destwerdana li sûkê bê çare ma û nekarî nirxê wê biparasta.

Bandora neyinî ya vê yekê li tevgera aborî ya li welat giştî çêbû. Her wiha ji ber nepeydabûna malên biyanî li sûk û xezîneyê êdî welat nekarî madeyên bingehîn peyda bike, vê yekê jî bi awayekî yekser bandor li welatiyan kir.

Piştî dûrxistina Qerfûl ji erka wî ku bi biryarekê ji aliyê Esed ve di 13’yê vê Nîsanê de, medyayên girêdayî hikumeta Şamê êrişî Hazim Yûnis Qerfol kir û behsa rola wî ya neyînî û kêmasiya wî li hember daketina lîreyê Sûriyê li hember dolar kir, her wiha  ew bi gendeliyê tawanbar kir.

Ragihandina hikumetê berpirsê bilindbûna nirxê dolar li hember lîreyê Sûriyê hilgirt ser Qerfûl û got tu cesaret û berpirsiyarî li gel wî tune bû ku bilindbûna dolar bisekinîne, her wiha wî pêşniyarên bisûd ên ji bo xurtkirina lîreyê Sûriyê û geşkirina karînên wê li hember dolar red dikirin, ew jî bi bihaneya ku ew pêşniyar ne rast in.

Girêdayî mijarê, welatiyê bi navê S.W. ê ji Şamê ji ajansa me re got ji dema Qerfûl berpirsê banka navendî bû û heta roja îstîfakirina wî, nekarî tu însiyatîf û rêbazeke rasteqîn di beşa xwe ya darayî û bankê de li hember nirxê lîreyê Sûriyê û dolar wergire.

Hin malperên dîtir ên girêdayî hikumeta Şamê, Qerfûl tawanbar kir ku ew li pişt tevahî azar û krîzên aborî yên li herêmên di bin serweriya hikumetê de ye.

Der heqê binketina hikumeta Şamê, berdewama zîhniyeta wê û tunebûna lêpirsîna berpirsên gendeliyê de A.M wiha got: "Em ji van mersûm û tedbîrên nas dikin ku Qerfûl diz bû, yê berî wê jî Edîb Meyala diz bû, wezîrê perwerdê yê berê Hezwan El-Wez jî diz bû, berpirsê gundewarên Şamê Elaa Îbrahîm  û Elîz Zeyod jî diz in, her wiha vê zîhniyetê xêr û bêrên welat talan kirin û dizîn."

'BI BAZIRGANÊN MEZIN RE HÊSAN BÛ’

Aborînasê li Şamê ku ji ber sedemên ewlehiyê navê xwe eşkere nekir, da zanîn ku Qerfûl hişt ku bazirganên mezin krediyên mezin ên bi sedan milyar lîreyên Sûriyê ji bankê wergirin, bêyî ku di xebatên pîşesazî û bazirganiyên de werin îstîsmarkirin da ku sûdê li welat bike.

Ev deyn jî piştî çend mehan bi nirxekî kêmî nirxê rasteqîn tê dayîn, ew jî piştî ku dolar rabû û nirxê lîreyê Sûriyê daket. Têkildarî vê yekê aborînas wiha got: "Hazim Qerfûl ji xwe re negot ez van deynan bişopînim ku bi ku ve diçin. Ma gelo ev deyn ji bo armanca hatiye dayîn tê bikaranîn an ji bo bazirganiya bi dolar tê bikaranîn?"

Aborînas eşkere kir ku Hazim Qerfûl ji erka wî ya berpirsê Banka Navendî ya Sûriyê hate dûrxistin û komîteyek bi serkêşiya cîgirê wî û endamê meclisa dirav,  deyn û pisporên malî hat avakirin ku gelek pêşniyar pêşkêş kirin, bi wê re jî nirxê dolar di çend hefteyên borî de li sûka reş daket û lîreyê Sûriyê ji 4 hezar 750 daket 3 hezar û 200’an.

NE PÊKAN E HILWEŞÎNA LÎREYÊ SÛRIYÊ WERE RAWESTANDIN’

Tevî daxuyaniyên hikumeta Şamê li ser tedbîrên sînordarkirina daketina lîreyê Sûriyê, aborînas li ser derfeta hikumeta Şamê ya dîsîplînkirina nirxê mezaxtinê û parastina wê li hember hilweşîna lîreyê Sûriyê bi guman e û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Dibe ku heta demekê nirxê lîreyê Sûriyê li hember dolar were parastin û sabît be. Lê belê dê dîsa lîreyê Sûriyê dakeve, ji ber ku aboriya li welat di destê bazirganên şer de ye."

DYA’yê di Îlona 2020’an de cezayên bi navê Qanûna Qeyser a parastina sivîlên li Sûriyê li dijî Hazim Qerfûl birîbû.

(fr)

ANHA