Li Dêrazorê rayedarekî hikumeta Şamê birîndar bû

Li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê yên gundewarên Dêrazorê de mayinek teqiya. Di encamê de serokê dezgeha ewlekariya leşkerî ya gundewarên rojavayê Dêrazorê birîndar bû.

Li Dêrazorê rayedarekî hikumeta Şamê birîndar bû
18 nîsan, 2021   07:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku li ser rêya Heleb-Dêrazorê dema erebeyeke leşkerî derbas dibû, mayinek teqiya.

Di encamê de, serokê dezgeha ewlekariya leşkerî ya li bajarokê El-Şimêtiyê ya gundewarên rojavayê Dêrazorê birîndar bû.

SOHR'ê di 13'ê Nîsanê de ragihand ku li gundê El-Hezane yê gundewarên Misyafê ya gundewarên rojavayê Hemayê mayinek teqiyaye. Di encamê de herî kêm 6 zarok birîndar bûn. Der barê sedemên teqînê de tu agahyên zelal nehatine bidestxistin.

(dx)