Desteya Rêveber a Şengalê encamnameya civîna xwe eşkere kir

Desteya Rêveber a Şengalê encamnameya civîna xwe eşkere kir û destnîşan kir ku heta mîsogerkirina xweseriya Şengalê dê têkoşîna wan berdewam bike.

Desteya Rêveber a Şengalê encamnameya civîna xwe eşkere kir
18 nîsan, 2021   07:54
ŞENGAL

Desteya Rêveber a Şengalê encama civîna xwe ya 16'ê Nîsanê bi daxuyaniyekê eşkere kir. Li gorî encamnameyê, di civînê de rewşa li Rojhilata Navîn, guhertinên rojane, şer û têkiliyên berjewendiyan ên li herêmê û bandora van li ser Şengalê hatin nirxandin.

Di civînê de işaret bi lihevkirina rêveberiyên Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê hate kirin û hate ragihandin ku civaka êzidî ji 9'ê Cotmeha 2020'an  ve bi helwesta xwe nîşan da ku ew vê lihevkirinê bi tu awayî qebûl nake û hate gotin: "Gelê êzidî ev yek îspat kir ku her kes divê fêm bike ku tu hêz ji hêza gel mezintir nîn in."

Di berdewamê de hate gotin: "Di serî de banga oldarên me, meş, mîtîngên gel, meclis, sazî, serokeşîr, civaka Ereb, hêza me ya leşkerî; bi kurtasî her kes bi sekneke berxwedêr tev geriya. Em vê sekna yekhelwest pîroz dikin û wek bingeha tifaqa civaka xwe dibînin."

Desteya Rêveber destnîşan kir dê civaka xwe bê parastin nehêlin û hate bibîrxistin ku çalakiya kon berxwedanê yê li ber Asayîşa Êzîdxanê 138 roj e dewam dike û hate gotin: "Di serî de dayik û ciwan, gelê me kedeke mezin dan. Ev pêvajo hinekî aram bûye, lê bi dawî nebûye. Em ê nobeda li ber Asayîşa Êzîdxanê bidin rawestandin, lê wê kon li cihê xwe bimîne. Dema were xwestin, em ê dîsa nobeta xwe dewam bikin."

Desteya Rêveber a Şengalê di dawiya daxuyaniyê de destnîşan kir ku heta mîsogerkirina Xweseriya Şengalê û azadkirina jiyana gelê xwe, wê her tim tê bikoşin.