Bangên pêkanîna biryara qedexeya derketina derve berdewam dikin

Ji ber xetereya pêla sêyem a vîrusa koronayê ku li herêma Firatê zêde berbelav bûye û da ku rê li pêşiya karesateke mirovî were girtin, bangên pêkanîna biryarên qedexeya derketina derve berdewam dikin.

Bangên pêkanîna biryara qedexeya derketina derve berdewam dikin
Bangên pêkanîna biryara qedexeya derketina derve berdewam dikin
Bangên pêkanîna biryara qedexeya derketina derve berdewam dikin
Bangên pêkanîna biryara qedexeya derketina derve berdewam dikin
17 nîsan, 2021   06:53
KOBANÊ-MEYSA EKARÎ

Bi pêla sêyem a vîrusa koronayê (Covid-19) re hejmara pêketiyên vîrusê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji berê zêdetir bû, ji lew re Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya beşî ragihand lê ji ber ku hejmara pêketiyan kêm nebû, rêveberiyê qedexeya derketina giştî ragihand.

Bi ragihandina qedexeya giştî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê qedexeya derketina derve ya 10 rojan ragihand, da ku pêşî li berbelavbûna vîrusê bigire.

Navendên tenduristiyê rojane pêketiyan pêşwazî dikin, li aliyekî din Hêzên Ewlekariya Hundirîn dewriyeyan bi rê ve dibin. Hêzên ewlekariyê li Kobanê û derveyî wê nuqteyên rawestandinê ava kirine, da ku şêniyan pabendî biryaran bikin, lê dîsa jî hin kes hene ku biryaran bin pê dikin.

'DI MEHEKÊ DE HEJMARA PÊKETIYAN ZÊDE BÛ'

Bijîşk û endamê rêveberiya Navenda Covid-19  Mihemed Şemsî destnîşan kir ku ji meha derbasbûyî ve hejmara pêketiyên vîrusa koronayê li Kobanê zêde bûye û got sedema vê yekê kombûnên şêniyan e.

Dr. Mihemed Şemsî destnîşan kir ku bi saya ragihandina qedexeyê rêjeya pêketiyên koronayê kêm bû û ev yek lê zêde kir: "Divê şênî ji bo selametiya her kesî biryara qedexeya derketina derve pêk bînin, kombûnan çênekin û bi Rêveberiya Xweser re alîkar bin da ku pêşî li berbelavbûna vîrusê bê girtin."

Şemsî bang li hemû kesên ku nîşaneyên vîrusê li ser wan derdive kir ku yekser berê xwe bidin nexweşxaneyan da ku testan çêkin û jiyana xwe û ya derdorê nexin xetereyê.

Li gorî navenda Covid-19’ ê ya li gundê Yêdiqê yê Kobanê, bi pêla sêyem re hejmara pêketiyan zêde dibe. Beriya pêla sêyem hejmara pêketiyên vîrusê 621 bû, hejmara miriyan jî 47 bû û hejmara kesên ku baş bûne jî 562 bû. Lê piştî pêla sêyemîn anku di mehekê de 90 kes bi vîrusê ketin, 3 kes mirin û 4 jî baş bûn û yên din jî hîna di karantînayê de ne.

ꞌDIVÊ BIRYARÊN QEDEXEYA DERKETINA DERVE PÊK BÎNINꞌ

Têkildarî mijarê şêniyê bi navê Mehmûd Mistefa yê ji Kobanê axivî û got: "Ev nexweşî xetere ye û bi lez belav dibe, tevî ku beşek şênî biryara qedexeya derketina derve pêk tînin, lê li beramberî wê gelek kes ji malê derdikevin da  ku debara xwe bikin. Her wiha hin kes jî hene biryarên qedexeyê binpê dikin û xwe û malbatên xwe bi xetereyê re rû bi rû dihêlin." 

Şêniyê bi navê Elî Îbrahîm ê ji Kobanê jî axivî û diyar kir ku divê her kes biryarên qedexeyê pêk bîne, li malên xwe rûnê û jiyana xwe û ya derdora xwe nexe tahlûkeyê û wiha domand: "Ji ber ku vîrusa koronayê pir xeternak e û divê xwe biparêzin, fêdeya qedexeya derketinê ji bo hemûyan heye."

Elî Îbrahîm bi domdarî got: "Hin kes heta astekê rewşa wan a madî baş e, lê qedexeya derketina derve wekî derfetekê dibînin da ku serdana xizmên xwe dikin. Ev jî xetereyeke mezin çêdike, ji ber ku xwe û her kesî bi xetereya vîrusa koronayê re rû bi rû dihêlin û dibin sedem ku vîrus bi lez berbelav bibe."

(eh)

ANHA