Cotkarên Minbicê dest bi çandina şitlên sebzeyan kir

Cotkarên bajarê Minbic û gundewarên wê dest bi çandina şitlên sebzeyên havînê kir. Bi armanca pêkanîna sîstema xwetêrkirinê îsal gelek cureyên sebzeyan hatin çandin.

Cotkarên Minbicê dest bi çandina şitlên sebzeyan kir
Cotkarên Minbicê dest bi çandina şitlên sebzeyan kir
Cotkarên Minbicê dest bi çandina şitlên sebzeyan kir
Cotkarên Minbicê dest bi çandina şitlên sebzeyan kir
17 nîsan, 2021   04:31
MINBIC-SELWA EBDUREHMAN

Her sal di meha Sibatê de cotkar tovên şitlên sebzeyan di baxçeyên sergirtî de diçînin, piştre wan hildikin û di zeviyan de diçînin.

Cotkarên bajarê Minbic û gundewarên wê piştî cotkirina zevî û kişandina xetên avê dest bi çandina şitlên sebzeyan kir.

Cotkarê bi navê Zekeriya Remedan El-Sedo bi qasî 150 donim erd bi sebzeyên cur bi cur weke (kundirên dolmik, xiyar, îsot, bacanê sor (firingî), bacanê reş û cureyên cuda yên sebzeyan) çandiye.

Zekeriya di vê çarçoveyê de wiha got: "Em şitlên di tûrikên reş ên plastîk de diçînin da ku gîhayên bi ziyan li derdora wê şîn nebe û zûtir mezin bibe".

Zekeriya anî ziman ku lêçûna çandina hektarek ji şitlên sebzeyan bi qasî hezar û 300 dolar e û destnîşan kir ku wî ji mehekê ve hilberîna sebzeyên ku çandine wekî kundirên dolmik û xiyar daxistine bazarên bajar.

Çandinî jêdera debara jiyanê ya şêniyan e, lê ji ber ku qedexeya giştî ji bo belavbûna vîrusa korona hatiye ragihandina û dergehên sînor girtî ne, ev nêzî mehekê ye ku şitlên sebzeyan dibe sûkan da ku şênî bikirin û di nava erdên xwe de biçînin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Saziya Çandiniyê pêdiviyên çandiniyê weke (sotemenî û semad) ji cotkaran re peyda dike. Sazî ji bo her hektarekî 450 lître mazot û bi buhaya 75 lîreya Sûrî li cotkaran belav dike.

(dx)

ANHA