Artêşa Tirk û çeteyên wê gundekî Kobanê topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Boraz ê dikeve rojavayê bajarê Kobanê topbaran kir.

Artêşa Tirk û çeteyên wê gundekî Kobanê topbaran kir
16 nîsan, 2021   15:42
KOBANÊ

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên vê ji gundewarê bajarê Cerablus ê dagirkirî êvarê gundê Boraz ê rojavayê bajarê Kobanê û li qiraxa rojhilat ê çemê Firatê ye bi hawnan topbaran kir.

Li gorî agahiyan 4 top li gund û derdora wê ketin. Di encamê de tenê ziyanên madî çêbûn.

ANHA