QSD`ê li Reqayê depoyeke çekan a DAIŞ`ê dît

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê ragihand ku hêzên wan di encama operasyoneke ewlehiyê de li navenda bajarê Reqayê, depoyeke çekan a çeteyên DAIŞ`ê dîtin.

QSD`ê li Reqayê depoyeke çekan a DAIŞ`ê dît
15 nîsan, 2021   09:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê têkildarî dîtina depoya çekan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Navendê ragihand ku di operasyoneke ewlehiyê de, yekîneyên lêgerînê yên girêdayî hêzên wan depoyeke binerd a çekan a girêdayî DAIŞ`ê li navenda bajarê Reqayê dîtine û dest danîne ser gelek çekên sivik, navîn û cebilxaneyê.

Her wiha navendê anî ziman ku hejmarek ji mayîn û madeyên teqemeniyê jî di wî depoyî de hatin dîtin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de, hate diyarkirin ku di heman operasyonê de, hêzên wan hejmarek ji mayînên binerd ên li derdora depoya çekan hatibûn bicihkirin, bê bandor kirine.

Navendê bi bîr xist ku depoya binerd a ku hatiye dîtin, di maleke sivîlan de bû ku xwediyên wê di dema serweriya DAIŞ`ê Ii ser herêmê de ji bajar reviyane.

(kc)

ANHA