`Me bi fikirê rêber Ocalan dest pê kir û em ê bi fikirê wî bi ser bikevin`

Siyasetmedarên Kurd got Rêber Ocalan gelê Kurd ji tunebûnê rizgar kir û di heman demê de ji bo bidawîkirina tecrîdê û azadkirina wî, îşaret bi girîngiya mezinkirina têkoşînê kirin.

`Me bi fikirê rêber Ocalan dest pê kir û em ê bi fikirê wî bi ser bikevin`
15 nîsan, 2021   08:02
HELEB – ARIF SILÊMAN

Desthilatên Tirkiyê sûcên li dijî rêber Ocalan didomîne. Ji derfetnedayîna parêzer û malbatê ku hevdîtinê pê re pêk bînin bigire heta bigihêje belavkirina îdiyayên der barê rewşa tenduristiya wî de. Siyasetmedaran ev yek weke binpêkirina qanûnên navneteweyî bi nav kir û banga bi dawîkirina tecrîdê û azadkirina wî kirin.

Dezgehên çapemeniyê yên dewleta Tirk di 14`ê Adara borî de îdiyayên ku rewşa tenduristiya rêber Ocalan ne başe belav kirin. Ji ber vê yekê gelê Kurd û Kurdistanê li tevahî cîhanê nerazîbûnên xwe nîşan dan û banga bidawîkirina tecrîdê û serbestberdana wî kir.

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Bedran Hemû got rêber Ocalan rêberekî navneteweyî ye.

Hemo ji ANHA`yê re wiha axivî: "Rêber Ocalan ji 22`an salan ve ji aliyê desthilatên Tirkiyê ve di girtîgeha Îmraliyê de dîl hatiye girtin. Desthilatên Tirkiyê her tim îdiyayan belav dike û tevliheviyê di nava gelan de derdixe bi taybet gelê Kurd."

Hemo wiha domand: "Dewleta Tirk bi armanca têkbirina berxwedana gel a li Kurdistanê û qadên Ewropayê bi taybet berxwedana dîrokî ya şervanên Hêzên Parastina Gel (HPG) a li Garê."

`DOZ JI TUNEKIRINÊ RIZGAR KIR`

Têkildarî armancên van îdiayan Bedran Hemo destîşan kir ku dewleta Tirk a faşîst dixwaze berteka gelê Kurd nas bike û wiha pê de çû: "Bi fikir û felsefeya rêbertî doza Kurd bûye dozeke cîhanî di qadên navneteweyî de piştî ku hatibû jibîrkirin anku paşguhkirin."

Hemo diyar kir ku rêber Ocalan çarenûsa gelê Kurd ji tunekirinê û mirinê ber bi jiyana azad û bi rûmet ve bir.

Hemo di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Siyaseta faşîst ku li dijî rêber Ocalan tê kirin projeya netewa demokratîk dike hedef. Ji ber ev proje ne li gorî berjewendiya dewleta Tirk e û ji ber wê jî zextê di hundirê girtîgehê de li rêbertî dike."

`XWESTEKÊN GEL`

Hemo destnîşan kir ku dema gel îdiayên ne başbûna rewşa tenduristiya rêber Ocalan bihîst, daket qadan, çalakî li dar xistin û banga eşkerekirina rewşa tenduristiya wî kir.

Hemo wiha axaftina xwe domand: "Divê gel şermezarkirina sûcên dewleta Tirk ên li dijî rêber Ocalan bidomînin. Ev çalakî dê neyên sekinandin heta ku derfetê bidin parêzer û malbata wî ku serdana Îmraliyê bikin."

Endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Bedran Hemo wiha dawî li axaftina xwe anî: "Rêber Ocala di hundirê girtîgehê de ye lê em hêza xwe ji fikir û felsefeya wî digirin. Divê hemû dewlet baş nas bikin ku me bi fikirên rêber Ocalan dest pê kir û em ê bi fikirên wî bi ser bikevin."

`ROLA CIVAKA NAVNETEWEYÎ`

Her wiha endama Meclisa Giştî ya PYD`ê Emîne Beyrem behsa rola ku divî civaka navneteweyî, rêxistinên mirovî û hiqûqî yên navneteweyî pêk bînin da ku li hember sûcên ku di hundirê girtîgeha Îmraliyê de bi fermanên Tirkiyê pêk tên, bisekinin.

Têkildarî mijarê Emîne Beyrem ev tişt got: "Divê derfetê bidin rêber Ocalan ku hevdîtinê bi rêbertî re pêk bînin û rewşa tenduristiya wî eşkere bibe. Tişta ku dewleta Tirk dike binpêkirineke ber bi çav a ji mafên mirovan re ye."

Emîne Beyrem wiha pê de çû: “Hemû dizanin ku serdana parêzer û bijîşkan ji mafê hemû girtiyan e lê çima desthilatên Tirkiyê vê yekê li ser rêber Ocalan qedexe dikin?”

Di dawiyê de endama Meclisa Giştî ya PYD`ê Emîne Beyrem tecrîda li ser rêber Ocalan û sûcên dewleta Tirk ên li dijî girtiyên siyasî di girtîgehên dewleta Tirk de, şermezar kirin.

(bx)

ANHA