Artêşa Tirk gundê Minixê ya Şehbayê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyê wê di van kêliyan de gundê Minixê ya girêdayî Şehbayê topbaran dike, di encamê de 2 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn.

Artêşa Tirk gundê Minixê ya Şehbayê topbaran dike
14 nîsan, 2021   07:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundê Minixê ya girêdayî herêma Şehbayê topbaran dike.

Li gorî agahiyan di encama topbaranê de 2 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn.

ANHA