Şaredariya Reqayê qada parêzgehê ji nû ve sererast dike

Endezyarê Avakirinê yê Nivîsgeha Plankirin û Rêxistinkirina Avahiyan ya Şaredariya Gel a Reqayê Şelal El-Necim got sedema jinûvesererastkirina qada parêzgehê ji ber wateya wê li gel şêniyên Reqayê heye.

Şaredariya Reqayê qada parêzgehê ji nû ve sererast dike
14 nîsan, 2021   06:16
REQA

Şaredariya Gel a Reqayê ji destpêka ku hatiye avakirin ve li gorî derfetên xwe bajar ji nû ve ava dike û xizmetê ji şêniyan re pêşkêş dike.

Ji wan projeyan projeya jinûvesererastkirina qada parêzgehê ku piştî şerê li dijî DAIŞ`ê hatibû hilweşandin e, ji ber ew qad li naverasta bajarê Reqayê ye.

Endezyarê Avakirinê yê Nivîsgeha Plankirin û Rêxistinkirina Avahiyan ya Şaredariya Gel a Reqayê Şelal El-Necim wiha got: "Projeya jinûvesererastkirina qada parêzgehê ji projeyên girîng ên Şaredariya Gel a Reqayê ye. Şaredarî hewl dide piştî çerxerêya El-Neyîm nuqteyeke din ava bike."

Şelal El-Necim diyar kir ku lêçûna projeyê 50 hezar dolar e.

Şelal El-Necim diyar kir ku girîngiya projeyê heye ji ber cihê wê di naverasta bajarê Reqayê de ye û wateya wê li gel şêniyên bajêr heye.

Şelal El-Necim di dawiyê de got divê proje di nava 90 rojî de bi dawî bibe.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/1s8VvYwGh1Y" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>