Kenadayê firotina balafirên bêmirov ji bo Tirkiyeyê qedexe kir

Kenadayê ragihand ku wan firotina teknolojiya balafirên bêmirov ji bo Tirkiyeyê qedexe kir.

Kenadayê firotina balafirên bêmirov ji bo Tirkiyeyê qedexe kir
13 nîsan, 2021   08:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Kenadayê Marc Garneau bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama lêpirsîna têkildarî teknolojiyên çekan ên ji bo Tirkiyeyê têne firotin, hate tespîtkirin ku Enqereyê li gorî şert û mercan nêzîk nebûye.

Marc Garneau diyar kir ku ev teknolojî bi taybetî li Qerebaxê di balafirên bêmirov de ji aliyê Azerbaycanê ve hatiye bikaranîn.

Garneau diyar kir ku wan nizanîbûn teknolojiya wan li Qerebaxê dihate bikaranîn û destnîşan kir ku ev yek hem li dijî polîtîkaya Kenadayê ye, hem jî li dijî garantiyên li ser armanca bikaranîna teknolojiya çekan a Tirkiyeyê ye.

 Marc Garneau anî ziman ku wan ev yek ji Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû re jî ragihandine.

Wezîrê Karên Derve yê Kenadayê Marc Garneau destnîşan kir ku beşeke girîng a firotina çekan a berê hatibû rawestandin, bi temamî hatiye betalkirin û diyar kir ku ev biryar li ser 29 firotinên cuda ye. Marc Garneau ragihand ku wê paşerojê firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê ya di çarçoveya bernameya hevkariya bi NATO'yê re 'yek bi yek' lêkolîn bikin.

(şx)