QSD: Idiaya Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk ne rast e

QSD’ê îdiaya Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a têkildarî şehîdbûna 3 şervanên QSD’ê derewand.

QSD: Idiaya Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk ne rast e
10 nîsan, 2021   12:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê li ser hesabê xwe yê Twitterê têkildarî îdiaya Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker agahî dan û destnîşan kir ku îdiaya dewleta Tirk a ku 3 şervanên QSD’ê hatine şehîdkirin, ne rast e.

QSD’ê wiha da zanîn:  “Roja 10’ê Nîsanê, li ser hesabê Twitter a Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê nûçeyek hat belavkirin ku 3 şervanên me hatine şehîdxistin. Ev nûçe ne rast e.