​​​​​​​Cejna Çarşema Serê Salê dê li qontara Çiyayê Şengalê were pîrozkirin

Îsal di 14’ê Nîsanê de cejna Çarşema Serê Salê dê li qontara Çiyayê Şengalê bi şahiyekê were pîrozkirin.

​​​​​​​Cejna Çarşema Serê Salê dê li qontara Çiyayê Şengalê were pîrozkirin
10 nîsan, 2021   11:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîta Amadekar a Cejna Çarşema Serê Salê bernameya pîrozbahiya cejnê ragihand.

Komîteyê di sêrî de Cejna Çarşema Serê Salê li tevhiya gelê Êzidî û mirovahiyê pîroz kir û da diyarkirin ku dê di 14’ê Nîsanê de li qontara Çiyayê Şengalê, li  geliyê Kersê bi şahiyekê û amadebûna hunermend û komên stranê ji derve û hundirê Êzidîxanê Cejna Çarşema Serê Salê bi coş pîroz bikin.

Li gorî komîteyê Osman Faris, Hunermend Baran, Sîpan Xelat, Koma Şehîd Serhed û Koma Şeng û Arî dê derkevin ser dikê û berhemên xwe pêşkêş bikin.