Komeke ciwanan bi însiyatîfekê, dar li herêma Cereh çandin

Ji bo zêdekirina rûber şînkayiyê, komeke ciwanan dest bi çandina daran li herêma Cereh a girêdayî navçeya Tirbespiyê kir, ku ev însyatîfa duyemîn a bi vê rengî ye. Gerînendetiya Hawîrdor û Parastina Jînegehê jî diyar kir ku ew ê herêmê veguherîne jîngehên xwezayî.

Komeke ciwanan bi însiyatîfekê, dar li herêma Cereh çandin
Komeke ciwanan bi însiyatîfekê, dar li herêma Cereh çandin
Komeke ciwanan bi însiyatîfekê, dar li herêma Cereh çandin
Komeke ciwanan bi însiyatîfekê, dar li herêma Cereh çandin
8 nîsan, 2021   04:18
QAMIŞLO- KADAR ÎBRAHÎM

Herêma Cereh (15 km li bakur rojhilatê navçeya Tirbespiyê) yek ji herêmên geştiyariyên girîng li herêma Cizîrê ye. Ew herêm bi ava û çemên xwe yên zêde tê nasîn, ava wê herêmê digihêje herêmên başûr û heta navçeya Til Hemîsê diçe.

Herêma Cereh anku wekî tên ansîn “Mekan El-Rûh” ji beriya bi dehan salan ve li ser dirêjahiya çemê ku ji erdên Bakurê Kurdistanê tê, gelek dar lê hebûn. Ew herêm cihekî geştiyarî û gerê ye, lê belê dewleta Tirk a dagirker wekî gelek herêmên din av ji ser wê herêmê jî qut kir û herêm ziwa bû.

Siyaseta qutkirina avê ku dewleta Tirk a dagirker dimeşîne, hişt ku şînkahiya li herêmê wêran bibe, her wiha gelek cureyên teyran jî hatin qirkirin. Lê belê di du salên borî de ji ber barîna baranê ya zêde, jiyan ji nû ve li rêgeha çemê Cereh vegeriya.

10 CIWAN

Ji bo ku şînkahiya li herêmê wekî berê vegere û rûberên kesk bên zêdekirin, komeke ji 10 ciwanên ji gundê Girdêm ê herêma Cereh pêk tê, dest bi însiyatîfa çandina daran li qiraxên çemê Cereh kir.

Ciwan bi însiyatîfa xwe armanc dikin ku ruhê xwezayî li herêmê vegerînin, çandina daran û zêdekirina rûberên kesk teşwîq bikin û hêmanên geştiyariyê car din li herêm Cereh vegerînin.

KEDÊN XWESER IN

/kr/uploads/files/2021/04/07/193155_-.webp

Luqman Îbrahîm ê ji gundê Girdêm (bi Girdêma Banî jî tê nasîn) ê li herêma Cereh yek ji endamên însiyatîfê ye. Îbrahîm dibêje ku însiyatîfa wan li ser civîna ciwanên gund û îsrara wan A destpêkirina çandina daran li herêma Cereh, pêk hat.

Îbrahîm teqez kir ku însiyatîfa wan xweser e û armanc jê ew e ku dar li herêmê zêde bibin û jiyan lê vegere, her wiha rûberên kesk zêde bibin, piştî ku dagirkeriya Tirk av li ser qut kiribû û ziwa bûbûn.

AGIR Û QUTKRIINA AVÊ

Luqman Îbrahîm destnîşan kir ku li herêma Cereh gelek cureyên daran û teyran hebûn, lê belê qutkirina avê ji aliyê dewleta Tirk a dagirer ve hişt ku dar hişk bibin. Her wiha gelek caran agir bi mêrgan hatin xistin û gelek dar hatin şewitandin.

Îbrahîm daxuyand ku wan beşek ji şitilên darên fêkiyan kirîne û beşê din ji baxçeyên gundên xwe anîn û li ser gelek qonaxan ew şitil ji destpêka kaniya Kenî Şirkir û heta destpêka çemê Cereh, çandin.

Ciwanan heta niha nêzî 100 şitilên darên fêkiyan çandine. Luqman Îbrahîm bang li ciwnanên herêma Cizîrê kir ku însiyatîfên bi vê rengî pêk bînin. Da ku rûberên şînkahiyê li tevahî herêman zêde bikin.

ZEHMETÎ Û ASTENGÎ

/kr/uploads/files/2021/04/07/193213_-.webp

Ji aliyê xwe ve Ciwan Biro diyar kir ku hin şivan pezên xwe li nava daran diçêrînin û şitilên darên ku çandine dixwin, ji ber wê yekê ew neçar man li şûna wan darên din biçînin, ev jî yek ji zehmetiyên ku li pêş wan derketine ne.

Ciwan Biro bang li Gerînendetiya Hawîrdor û Parastina Jîngehê kir ku piştgiriyê bidin însiyatîfa wan û daran bidin wan da ku li ser dirêjahiya çem biçînin. Her wiha xwest ku herêmê biparêzin ji ber ku cihekî geştê ye û şênî di demsala biharê de tên seyranê.

PROJEYA VEGUHERANDINA WÊ JI JÎNGEHEKE XWEZAYÎ RE

Luqman diyar kir ku wanbangawaziyên ciwanan gihandin Gerînendetiya Hawîrdor û Parastina Jîngehê û wiha got: “Herêma Cereh berdewama jîngeha Mizgeftê ye. Ew herêm di nava projeyên me yên çandina daran û parastinê yên pêşerojê de ye.”

Luqman Bedir teqez kir ku ew piştgiriyê didin hemû însiyatîfên jixweber ku armanc jê çandina daran û parastina jîngehên xwezayî ye.

Însiyatîfa ciwanên gundê Girdêm însiyatîfa duyamîn li herêmê ye. Însiyatîfa yekemîn komeke ciwanên ji gundê Dêruna Axê pê rabûn û dar li gundê xwe çandibûn.

(cx)

ANHA