Rojnamevan: Divê çapemenî rastiya Îmraliyê bêhtir berçav bike

Rojnamevanan diyar kir ku tecrîda girankirî ya li Îmraliyê berdewama komployê ye û ji bo bidawîkirina tecrîdê û mîsogerkirina azadiya fizîkî ya rêber Abdullah Ocalan divê bi rêbazên xurttir têkoşîn were geşkirin.

Rojnamevan: Divê çapemenî rastiya Îmraliyê bêhtir berçav bike
8 nîsan, 2021   02:31
NAVENDA NÛÇEYAN – ZANA DENÎZ

Rojnamevanan got rêber Abdullah Ocalan di şertên rehîneyan de tê girtin û heta mafên wî yên herî bingehîn ên mirovî jî ji dest tên girtin û diyar kir ku ev yek nayê qebûlkirin.

Rojnamevanan têkildarî îdiayên dewleta Tirk ên li ser tenduristiya rêber Abdullah Ocalan jî got “hewl didin sebra gelê Kurd biceribînin” û ev rewş nayê qebûlkirin.

Nûçegihanê Rojnewsê Şine Faîq, rojnamevan Heval Aslan û rojnamevan Zîwar Şêxo tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û axaftina bi telefonê ya herî dawî ji ANHA’yê nirxandin.

‘HETA LI SER MANDELA JÎ TECRÎDEKE WIHA TUNE BÛ’

Rojnamevan Heval Arslan diyar kir ku 22 sal in li ser rêber Abdulah Ocalan bi rêyên derqanûnî tecrîd heye û wiha got:  “Li cîhanê tecrîdeke bê mînak e. Tê zanîn ku tecrîda li ser Nelson Mandela bi heman rengî bû. Heta li ser Mandela jî tu carî tecrîdeke ev qas giran çênebû. Ev 22 sal in çima rêber Apo di bin vê tecrîdê de ye? Ji bo fêhmkirina vê yekê divê mirov Komploya Navneteweyî fêm bike. Komplo ji aliyê hêzên hegemon û Gladyoyê ve hat organîzekirin. Rêber Apo got rayedarekî payebilind ê CPT’yê dema ew birin Îmraliyê, li wir bû. Rola Îsraîl û Amerîkayê di komployê de û piştî girtina hemû deriyan, di rastiyê de mezinahiya navneteweyî ya tecrîdê eşkere kir.”

Heval Arslan neçûyîna CPT'ê ya Îmraliyê û pêkneanîna berpirsyariya xwe ya li hemberî Îmraliyê jî rexne kir û got: “Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) di dema pandemiya vîrusa korona de serdana Tirkiyê kir. Lê belê neçû Îmraliyê. Tevî daxwaza xurt a gelê Kurd jî bi tenê raporek weşand. Di heman demê de Konseya Ewropayê biryar da ku cezayan li ser Tirkiyê ferz bike, di pozîsyona berevajî de desteka madî ji Tirkiyê re tê dayîn. Hêzên ku vê dikin hêzên rêveber ên tecrîda Îmraliyê ne. Tirkiye bi rêyeke xuya polîtîkaya şer kûr dike û ev hêzên Gladyoyê yên hegemonîk li pişt disekinin. Hêzên hegemon ên dixwazin paradîgmaya neteweya demokratîk a rêber Apo li herêmê bi pêş nekeve, bi kûrkirina tecrîdê re hewl didin rêber Apo bê deng bikin.”

'JI BO KU HÊRSA GELÊ KURD KÊM BIKIN AXAFTINA BI TELEFONÊ PÊK HAT'

Heval Arslan wiha dewam kir: “Di 14’ê Adarê de piştî nûçeyeke di medyayê de, bi rêber Apo re hevdîtineke bi telefonê çêbû. Nerazîbûneke zêde ya gel hebû. Ev bertek di Newrozê de jî derket holê. Bi milyonan ji bo vê derketin qadan û peyama 'Rêbertiya me xeta me ya sor e' da. Ez difikirim dewleta Tirk ev peyam pir baş girt û piştre ji bo hêrsa gelê Kurd bê deng bike, hevdîtinek kurt pêk anî.

Hikumet dixwaze van telefonan bi kar bîne. Divê ev siyaset bê dîtin ku dewleta Tirk dixwaze malbata rêbe Apo bikişîne cem xwe. Divê mirov bibîne ku dewleta Tirk çi qasî qels bûye û derba dawî li vê rejîmê bide ku bi bilindkirina têkoşîna demokrasî û wekheviyê re gihîştiye asta hilweşînê. Di vê xalê de tecrîda li Îmraliyê mijara herî girîng e. Eger rêber Apo azad be, dê li Tirkiyê faşîzm bê hilweşandin. Heke rêber Apo azad bibe dê hemû rejîmên faşîst ên li Rojhilata Navîn yek bi yek hilweşin. Azadiya rêber Apo tê wateya azadiya gelan, tê wateya azadiya jinên li tevahiya cîhanê.”

'RÊBER APO BI DESTÊ HÊZÊN HEGEMON TÊ TECRÎDKIRIN'

Rojnamevan Zîwar  Şêxo jî got rêber Abdullah Ocalan ji aliyê dewleta Tirk û hêzên hegemon ve tê tecrîdkirin û wiha axivî: “Dewleta Tirk û hêzên hegemon tecrîdê kûr dikin. Kûrbûna şer, belavbûna neteweperestiyê, vejîna rejîmên faşîst herî zêde di vê serdemê de rû da. Rêber Abdullah Ocalan bû asteng. Sîstema yek partî ku rêber Apo xist nava tecrîdê, hewl dide armanca xwe pêk bîne.”

Şêxo got: “Tecrîda girankirî ya li ser rêber Ocalan gelên herêmê dike armanc. Hewl didin pêşî li pêşketina ramana azad bigirin.”

'DEWLETA TIRK TECRÎDÊ WEK RÊBAZEKE TAYBET DIDOMÎNE'

Rojnamevan Zîwar  Şêxo da xuyakirin ku tevî ku rêber Abdullah Ocalan 73 salî ye jî, rastî tecrîdeke giran tê û got: “Naxwazin felsefeya wî bi pêş bikeve, naxwazin belav bibe, jê ditirsin. Lê belê ew girtîyekî siyasî ye û mafê wî heye ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Di axaftinan de pirsgirêkên Rojhilata Navîn û cîhanê tên nîqaşkirin. Têkoşîna demokrasî û azadiyê nîqaş dike. Sedemên kaosa li Rojhilata Navîn analîz dike û hewl dide çareseriyekê jê re bibîne.”

Zîwar Şêxo diyar kir ku çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger hê jî li zindanan dewam dike û wiha lê zêde kir: “Girtî tenê dikarin bedenên xwe feda bikin. Divê em jî armanc bikin ku bi têkoşîna xwe ya li ser çapemeniyê, siyasetê, dîplomasiyê û qadên din tecrîdê bişikînin. Bi şikandina tecrîda li ser rêber Apo re dê li tevahiya Rojhilata Navîn hewayeke aştî û biratiyê çêbe. Azadiya gelê Kurd û hemû gelan bi vê têkoşîn û berxwedanê ve girêdayî ye.”

‘DIXWAZIN GELÊ KURD TECRÎD BIKIN’

Nirxandina rojnamevan Şine Faîq jî wiha ye: “Gelê Kurd û dostên wê ji bo şikandina tecrîda li Îmraliyê berxwedan û çalakiyên xwe didomînin. Lê dinya van kiryarên gelê Kurd nabîne û paşguh dike. Divê girtiyên siyasî jî mafên xwe yên bingehîn misoger bikin. Ya herî girîng jî tecrîda giran a li ser rêber Apo tê ferzkirin, teqez nayê qebûlkirin.”

Şine Faîq destnîşan kir ku sebra gelê Kurd di ser tenduristî û ewlehiya rêber Abdullah Ocalan re tê ceribandin û got: “Dem bi dem der barê tenduristiya rêber Apo de idîa tên kirin. Hewl didin bi vê yekê gelê Kurd biceribînin. Lê belê gelê Kurd her tim nîşan da ku rêber Apo ji bo wan 'xeta sor' e. Ew ê vê yekê hê bi xurtî nîşan bidin.”

Rojnamevan Şine Faîq nirxandina xwe wiha berdewam kir: “Ji bo şikandina tecrîda li Îmraliyê û hevdîtina bi malbat û parêzerên rêber Apo re divê em têkoşîna xwe mezintir bikin. Di salên dawî de gelê Kurd ji bo rêber Apo li her derê çalakiyên greva birçîbûnê li dar xistin. Di encama van berxwedanan de bi rêber Apo re jî nîqaş û hevdîtin çêbûn. Niha pêwîst e çalakiyên bibandortir bi pêş bixin. Ji bo ku ev jî were guhartin û azadiya fizîkî ya rêber Apo were misogerkirin, ev jî hewce ye.”

Di dawiyê de rojnamevan Şine Faîq got. “Grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiye û Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê dewam dikin. Mixabin dezgehên çapemeniyê van çalakiyan kêm dişopînin. Ev yek jî dibe sedem ku raya giştî ji grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê bê agahî be. Ji bo rakirina tecrîda li ser rêber Apo divê çapemenî hê çalaktir rol û berpirsyariyê bigire ser milê xwe û rastiya tecrîda Îmraliyê berçavtir bike. Ji bo agahdarkirina raya giştî ya cîhanê li ser rewşa rêber Apo divê çalakî bên lidarxistin. Divê zexteke zêdetir li dewletên bûne sedema tecrîdê û dewleta Tirk bê kirin.”

ANHA