Li Eyn Îsa erebeyeke leşkerî hate derbkirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh piştî nîvê şevê hewl dan gundê Seyda yê navçeya Eyn Îsa dagir bike, şervanan bersiv da. Her wiha di van kêliyan de jî gundewarên Şehbayê topbaran dike.

Li Eyn Îsa erebeyeke leşkerî hate derbkirin
8 nîsan, 2021   04:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê duh piştî nîvê şevê di saet 02:30`an hewl dan gundê Seyda yê navçeya Eyn Îsa dagir bike, lê şevanên QSD`ê di çarçoveya parastina rewa de bersiv da û hewldana wan a dagirkirinê têk bir.

Di encama bersivdana şervanan de erebeyeke leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker hate derbkirin, piştî bersivdan şervanan gundê Seyda, rêya M4, Xwaringeha Nexîl û derdora navçeya Eyn Îsa ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hate topbarankirin.

Her wiha dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundê Ziwan û bendava Şehbayê yên herêma Şehbayê topbaran dike.

Topbarana li ser gundewarên Şehbayê berdewam dike.

ANHA