ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-04-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-04-2021
7 nîsan, 2021   23:00
- Rojnamevanan diyar kir ku tecrîda girankirî ya li Îmraliyê berdewama komployê ye û ji bo bidawîkirina tecrîdê û mîsogerkirina azadiya fizîkî ya rêber Abdullah Ocalan divê bi rêbazên xurttir têkoşîn were geşkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Dewleta Tirk der barê derxisina çeteyên sûrî ji Lîbyayê de perwerdeyên leşkerî didomîne. Tevî ku di dezgehên çapemeniyê de propagandaya vê yekê hate kirin, lê raporan tekez kir ku dewleta Tirk hîn jî çeteyan li bakurê Sûriyê perwerde dike da ku wan ber bi Lîbyayê ve bişîne. Armancên dewleta Tirk ji girêdanên bi çeteyan re çi ne û çima propagendaya derxistina wan dike? (BI WÊNE)

- Şêniyên gundê Ereb Xan ê girêdayî navçeya Zirganê yê li eniya şer a bi ser dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, got bi derbasbûna hêzên hikûmeta Şamê li gundê wan re ew rastî talankirin û diziyê tên û banga vegera hêzên QSD`ê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-DAIŞ`iyê bi navê Ehmed Xaşi (Ebû Xalid) ku duşema borî hatibû girtin, berpirsê yekemîn ê şaneyên DAIŞ`ê yên li Kampa Holê ye. navgîna di navbera şaneyên hundir û berpirsê şaneyên derve yê bi navê El-Cerrah e. ANHA`yê hevpeyvîneke taybet pê re çêkir û jê hinek mikurhatinên der barê sûcên ku di nava kampê de pêk hatine bi dest xistin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Nûnerên Mala Êzidiyan a li bajarê Helebê gefxwarinên Iraqê ji bo êrişkirina Şengalê, li gel lihevkirina wê bi dewleta Tirk re wek dubarekirina sînaryoya komkujiya 2014`an bi nav kir û diyar kirin  ku xiyaneta li hemberî xwe ji bîr nekin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn got, dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê li ser hesabê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hev kirine û bang li hemû rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku xwedî nêrîn bin, zextê li hikumeta Şamê û dewleta Tirk bikin ku sûcên xwe yên qutkirina avê û girtina dergehan, rawestînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIWAN

- Ji bo zêdekirina rûber şînkayiyê, komeke ciwanan dest bi çandina daran li herêma Cereh a girêdayî navçeya Tirbespiyê kir, ku ev însyatîfa duyemîn a bi vê rengî ye. Gerînendetiya Hawîrdor û Parastina Jînegehê jî diyar kir ku ew ê herêmê veguherîne jîngehên xwezayî. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAKA Û JIYAN

- Welatiyên Qamişloyê destnîşan kirin ku gelek girîng e şênî biryarên Rêveberiya Xweser ên têkildarî  sînordarkirina belavbûna vîrusa Koronayê pêk bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Piştî giştînameya bi jimareya 84 ku ji hêla Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya girêdayî qedexeya giştî li Reqayê, derketiye û duh ketiye pratîkê, bi wê re komîteya şaredariyan a Reqayê lez kir ku sûdê ji qedexeyê û tunebûna tevgera çûn û hatinê bigire, da ku kavilên li bajêr mayî, bi derxe derve.

ANHA