​​​​​​​Piştî 5 salan jî sûcdarên ku Şêxmeqsûd kîmyebaran kirin, nehatin cezakirin

Di ser êrişên hovane yên li dijî taxa Şêxmeqsûd a Helebê re 5 sal derbas bû ku çeteyan tê de çekên kîmyewî bi kar anîn û piştre çete li sûcê xwe mikur hatin. Lê ruxmî wê jî, sûcdar bê ceza man.

​​​​​​​Piştî 5 salan jî sûcdarên ku Şêxmeqsûd kîmyebaran kirin, nehatin cezakirin
​​​​​​​Piştî 5 salan jî sûcdarên ku Şêxmeqsûd kîmyebaran kirin, nehatin cezakirin
​​​​​​​Piştî 5 salan jî sûcdarên ku Şêxmeqsûd kîmyebaran kirin, nehatin cezakirin
​​​​​​​Piştî 5 salan jî sûcdarên ku Şêxmeqsûd kîmyebaran kirin, nehatin cezakirin
​​​​​​​Piştî 5 salan jî sûcdarên ku Şêxmeqsûd kîmyebaran kirin, nehatin cezakirin
​​​​​​​Piştî 5 salan jî sûcdarên ku Şêxmeqsûd kîmyebaran kirin, nehatin cezakirin
​​​​​​​Piştî 5 salan jî sûcdarên ku Şêxmeqsûd kîmyebaran kirin, nehatin cezakirin
​​​​​​​Piştî 5 salan jî sûcdarên ku Şêxmeqsûd kîmyebaran kirin, nehatin cezakirin
​​​​​​​Piştî 5 salan jî sûcdarên ku Şêxmeqsûd kîmyebaran kirin, nehatin cezakirin
5 nîsan, 2021   23:42
HELEB- MIHEMED EBDO

Li hemberî êrişên li ser Şêxmeqsûdê berxwedaneke bêhempa ji aliyê gel, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Paratina Jin (YPJ) ve hate raberkirin û taxa Şêxmeqsûd veguherî sembol û nimûneya berxwedanê û pêkanîna pîvanên şerê gel ê şoreşgerî.

Piştî rojekê ji serkeftina Hêzên Sûriya Demokratîk li dijî komên çeteyan û rizgarkirina bajarokê Arfad (Til Rifet) ê li gundewarên bakurê Helebê, rêzeêrişên hovane li dijî taxê di 16`ê Sibata 2016`an de dest pê kir.

Dewleta Tirk a dagirker piştgiriya çeteyan kir ji bo êriş û sûcan li dijî sivîlên taxa Şêxmeqsûd dewam bikin. Sûcên ku pêk hatine, ji aliyê rêxistinên navneteweyî ve hatin belgekirin wekî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ku raporên bi şahidiya kesên zirardîtî û wêneyên ji asîman ve hatine kişandin, belav kirin.

KÊ SÛCÊN ŞER PÊK ANÎN?

Çeteyên Cebhet Fetih Şam (Cebhet El-Nusra ya berê), Ceyş El-Mucahîdîn, kombûna Festeqêm Keme Umêrt, Nûredîn Zinkî, Ehrar Şam, Lîwa El-Îslam, Lîwa Sultan Mûrad, Ketîbeyên Ebû Emare, Ketîbeyên Qoqaz, Furqeya 16, Furqeya 101, Ehrar Sûriye, Furqe Şemaliye, Sultan Mihemed El-Fatih, Lîwa El-Fetih, Foza Yekemîn, Cebhet El-Turkmen, Cebhe Şamiyê, Ehrar El-Mucahîdîn, Feyleq Şam, Siwar Şam beşdarî êrişa li ser taxa Şêxmeqsûd bûn.

Piraniya wan koman piştgirî ji artêşa Tirk a dagirker digirt, bi taybetî Cehbet El-Nusra ku li navendên xwe ala Tirkiyê hildida.

3 CARAN MADEYÊN JEHRÎ BI SER TAXÊ DE BARANDIN

Êrişên çeteyên “îtîlafa Sûriyê” yên bi hemû cureyên çekan li ser taxê ranewestiyan. Her wiha di êrişan de madeyên kîmyewî  yên qedexekirî hatin bikaranîn, da ku tax ji şêniyên wê yên resen bê valakirin û vîna şêniyan bê şikandin.

Cara yekê di 8`ê Adara 2016`an de taxa Şêxmeqsûd ji aliyê çeteyên îtîlafê ve bi çekên kîmyewî hate topbarankirin. Cara duyemîn jî di 7`ê Nîsana 2016`an de bi çekên kîmyewî  hate topbarankirin. Cara sêyemîn jî di 8`ê Nîsana heman salê de bû.

Wê demê çeteyên Ceyş El-Îslam daxuyaniyek da û li xwe mikur hat ku wan di topbarana taxa Şêxmeqsûd de çekên kîmyewî bi kar anîne. Çeteyan got ew yek kiryareke yekalî ya fermandarekî wan bû. Hin çavdêran jî got çeteyên Cebhet Tirkmen madeyên kîmyewî di topbarana taxê de bi kar anîn, ku dewleta Tirk bi rêya dergehên sînorî yên bi Sûriyê re ji wan re peyda kiribûn.

Di Nîsana 2016`an de li herêma Eyn El-Til hin dîmen hatin belavkirin ku tê de diyar dibû ku endamên Cebhet Turkmen ji bo topbarana taxa Şêxmeqsûd moşekan amade dikin. Di heman demê de 6 sivîl jehrî bûbûn û nefesa wan teng dibû.

Di dîmenekî din de xuya dibû ku li ser moşekan bi zimanê tirkî “ji bo tolhildana şehîdên Stendbolê” hatiye nivîsîn, ku ew yek îdiayên li ser girêdana wan çeteyan ji dewleta Tirk a dagirker re piştrast dike.

Lê ruxmî wê yekê jî, sûcdar bê ceza man.

ENCAMA KOMKUJIYAN

Li gorî daneyên fermî yên Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, sala 2015`an di êrişên çeteyên Îtîlafa Sûriyê de 150 sivîlan jiyana xwe ji dest da, ji wan 40 zarok, 47 jin bûn û 970 kes birîndar bûn, her wiha 2 hezar û 600 mal û dikanên bazirganiyê hatin rûxandin û binesazî hate hilweşandin.

Di sala 2016`an de jî, di encama berdewamkirina êrişên çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li ser taxê de nêzî 200 sivîlî jiyana xwe ji dest da û 600 jî birîndar bûn.

RUXMÎ ÊRIŞAN JÎ GELEK DESTKEFTÎ HATIN BIDESTXISTIN

Ruxmî hemû mercên zehmet ku şêniyên taxê tê re derbas bûn jî, lê belê wan dev ji mal û taxa xwe bernedan. Dema ku tax rastî êriş dihat, her kes beşdarî berxwedanê dibû. Dema ku êriş dihatin rawestandin şênî vedigeriyan jiyana xwe ya asayî û di saziyên civakî yên xizmetê de kar dikirin. Dibistan jî tenê di rewşên zehmet de dihatin girtin.

Şêniyên taxê karîbûn xwe baş bi rêxistin bikin. Li Şêxmeqsûdê komîn û meclis û saziyên din bi beşdariya hemû pêkhateyan, hatin avakirin û bi qasî derfetan şopên şer hatin rakirin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/OWQHI9Cw-SM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>