El-Giêt: Divê civaka navneteweyî berpirsyariyên xwe bi cih bîne

Fener El-Giêt destnîşan kir ku Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya li kampa Holê têrê nake ku fikirê tundraw ê DAIŞ`ê tune bibe. Her wiha bang li dewletên ku hemwelatiyên wê li kampê hene kir ku berpirsyartiyên xwe bi cih bînin û dadgeheke hevbeş ji bo darizandina çetayan ava bikin.

El-Giêt: Divê civaka navneteweyî berpirsyariyên xwe bi cih bîne
6 nîsan, 2021   00:47
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BERAKAT

Kampa Holê ya ku 45 km dikeve rojhilatê bajarê Hesekê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojhilata Navîn û cîhanê bûye pirsgirêkek mezin e. Ji ber ku di kampê de ji 60 hezarî bêhtir kes hene ku piraniya wan malbatên çeteyên DAIŞ'ê ne hene,

Ji destpêka pêngava tunekirina çeteyên DAIŞ'ê ji aliyê erdîngarî ve li Baxozê di Adara 2019 'an de bi hezaran malbatên DAIŞ`ê li kampa Holê hatin bicihkirin, li kampê rojane sûcên qetilkirin rû didin.

Ji ber xetereya li kampê ku veguheriye çavkaniya çeteyên DAIŞ`ê, bûyerên kuştin lê çêbûne. Di 3 mehan de zêdetirî 47 kes hatin kuştin. Lew re Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di 28`ê Adarê de operasyona Mirovî û Ewlehiyê da destpêkirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 2 'yê Nîsanê de bi daxuyaniyeke fermî bidawîkirina qonaxa yekemîn a operasyona Mirovî û Ewlehiyê ragihand. Li gorî  daxuyaniyê operasyon serkeftî derbas bû, di encamê de di nav de 20 jê serçete bi giştî 125 çeteyên DAIŞ'ê hatin girtin.

Li gorî Hêzên Ewlekariya Hundirîn di kampê de malbatên ji 57 dewletan hene, piraniya wan malbat û endamên çeteyên DAIŞ`ê ne. Lê dewletên têkildar erk û berpirsyariyên xwe yên qanûnî û exlaqî bi cih naynin û hinek dewletan nasnameya xwe ji hemwelatiyên xwe kişandin.

Li gorî çavdêran, kampa Holê pirsgirêkeke navneteweyî ye, xetereya di nava kampê de bi dawî nebûye û heke wisa bimîne, ev xetere berdewam dike.

Cîgirê Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Fener El-Giêt wiha got: "Ji destpêka operasyona li dijî terorê ve me cîhan hişyar kir, me ji hemû dewletên ku hemwelatiyên wan di kampa Holê de hene alîkarî xwest. Ji ber ku pirsgirêka kampê pirsgirêkeke navdewletî ye û li ser vê bingehê Rêveberiya Xweser bang li hemû welatan bi taybet dewletên ku hemwelatiyên wan di hundirê kampê de kir."

El-Giêt wiha berdewam kirt: "Em baş dizanin ku teror ne tenê hebûneke leşkerî û erdnîgarî ye, lê belê îdeolojî û bawerî ye. Di 4 salên dawîn de ev rêxistin îdeolojiya xwe ya ne normal ku dûrî îslamiyetê ye di nava herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de diçîne."

'OPERASYPN ÇARESERIYEKE DEMKÎ YE HEVKARIYA NAVNETEWEYÎ PÊWÎST E'

El-Giêt piştrast kir ku operasyonên ku ji aliyê hêzên leşkerî û ewlehiyê ve hatine destpêkirin çareseriyên demkî ne û bi kêr nayin û ev yek li gotinên xwe zêde kir: "Hevkariyek navneteweyî pêwîst e. Divê sivîlên di nava wan kampan de vegerin ku bûne hawîrdorek guncaw a zayîna pêleke nû ya terorê û fikirê terorîst.”

El-Giêt bang li dewletên ku hemwelatiyên wan di nava kampê de ne kir ku wan vegerînin û erkên xwe yên exlaqî û qanûnî li hemberî wan pêk bînin.

El-Giêt diyar kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade ye bi wan dewletan re alîkar be heta ku welatiyên xwe bibin.

Cîgirê Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî encamên pêşîn ên operasyona Mirovî û Ewlehiyê wiha axivî: "Di operasyonê de hat dîtin ku gelek terorîst û serçeteyên DAIŞ'ê derbasî kampê bûne. Fikir dê bimîne û dê mezin bibe. Em dê bi nifşeke tundraw re rû bi rû bimînin. "

ÇI TÊ XWESTIN?

El-Giêt da xuyakirin ku divê dewletên ku hemwelatiyên wan di nava kampê de ne hemwelatiyên xwe bibin û wiha pê de çû: “Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li wan dewletan kiriye ku dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê yên ku li cem rêveberiyê girtî, ava bikin.”

Her wiha îşaret pê kir ku li hemberî vê hewldanê gelek astengiyên navneteweyî hene lê ew bi bîr nexistin.

Der barê daxwazên wan ên avakirina dadgeheke navneteweyî El-Giêt ev yek destnîşan kir: “Mixabin bersiv gelek lawaz e. Dewletên ku hemwelatiyên wan li herêmê ne, qanûnên xwe dikin hincet ku nikarin hemwelatiyên xwe yên ku sûc li derveyî welat kirine darizîne. Hinek din jî ev yek wek firsend dît û nasnameya xwe ji wan kişand.”

Brîtaniya sala 2019`an nasnameya xwe ji du xwişkên hev ên brîtanî Rîma Iqbal (30) û Zara Iqbal (28) kişand ku di 2013`an de çûn Sûriyê û niha xwedî 5 zarokan in ku hemû kur in û temenên wan 8 sal derbas nake. Di 2020`an de Belcîkayê jî mîna Brîtaniyayê nasnameya xwe ji gelek hemwelatiyên xwe kişand.

'KIŞANDINA NASNAMEYÊ GAVEKE DER EXLAQÎ YE'

Fener El-Giêt kişandina nasnameyê ji aliyê dewletan ve wek gavek der exlaqî bi nav kir û got: “Me digot ku dewletên Yekitiya Ewropayê û dewletên Skendenavyayê rêzê ji qanûnê û mafên mirovan re digirin. Lê mixabin, hinek kes, alî, siyasetmedar û aliyên têkildar ên van dewletan rûyê xwe yê tarî eşkere kir. Hinek dewletan jî erkên xwe yên qanûnî û exlaqî bin pê kirin.”

Her wiha El-Giêt ji dewletên têkildar xwest ku bi hev re hevkar bin, da ku formeke qanûnî peyda bikin ku dadmendiyê ji qurbaniyên terorê re pêk bîne û wiha got: “Bi hezaran sivîl ku bûne qurbaniyên terorê hene. Divê li dijî kujer û sûcdaran edalet pêk were. Ji ber wê hincetên qanûnên çi dibin bila bibin pêwîstî bi hevkariyeke navneteweyî û mirovî heye.” 

Der barê asta xetereya DAIŞ û malbatên wan El-Giêt gotinên xwe wiha domand: “Zarok hene ku dê mezin bibin. Jinên bêguneh hene ku li dû hevjînên xwe çû gelo gunehê wan çi ye? Di pêşerojê de, dê vegerin welatên xwe. Qanûnên me tune ne ku pêşî li vegera wan bigirin. Wê demê ev dewlet dê bi xetereyê re rû bi rû bimînin ji ber ku ew di hawîrdoreke tundraw de mezin bûn.”

El-Giêt piştrast kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan pêwîste Neteweyên Yekbûyî (NY), Konseya Ewlehiyê, rêxistinên têkildarî mafên mirovan û mafên jinan bangewaziyên Rêveberiya Xweser bibersivînin û piştgiriya Rêveberiya Xweser bikin.

Cîgirê Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kir ku dan û standinên domdar bi dewletên ku hemwelatiyên wan di girtîgehên Rêveberiya Xweser û kampa Holê de li ser asta wezaretên derve hene. El-Giêt destnîşan kir kur gelek ji wan ji bo vegera malbat û endamên DAIŞ`ê hincetan derdixin û hinek din jî hevkar in lê bi şermî. El-Giêt xuya kir ku di vê çarçoveyê de hinek zarok û jinên ku tu sûc nekirine hatin vegerandin.

BANGEWAZIYÊN JI BO WELATÊN EREBAN

Fener El-Giêt bang li welatên Ereban ên ku hemwelatiyên wan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene kir ku bi Rêveberiya Xweser re hevkar bin. Bi taybet bang li hikumeta Iraqê hat kirin ku zêdetirî 30 hezar iraqî li Kampa Holê ne. Beriya salekê şandeyek li ser asta Wezareta Koçberan û aliyên ewlehiyê bi armanca naskirina rewşa hemwelatiyên xwe serdana herêmê û Kampa Holê kir.

Cîgirê Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Fener El-Giêt di dawiyê de diyar kir ku hikumeta Sûdanê ji nava hemû dewletan a pêşîn e ku hemwelatiyên xwe vedigerîne.

(şx)

ANHA