‘4`ê Nîsanê rojbûna her jineke azad e’

Endama Navenda Jineolojiyê a Herêma Firatê Rozêf Ehmed destnîşan kir ku rojbûna rêber Abdullah Ocalan bûye rojbûna azadiya her jinekê ku ji ber koletiyê êş kişandiye.

‘4`ê Nîsanê rojbûna her jineke azad e’
6 nîsan, 2021   03:09
KOBANÊ – NÎHAD KERIO

Têkildarî azadiya jinan rêber Abdullah Ocalan dibêje "Azadî ji nan û avê girîngtir e. Ez bi hêvî me ku hûn ê rizgarkirina jinên Rojhilata Navîn pêk bînin. Da ku hûn weke rojekê bi hatina biharê re geş û ronî bikin. Ji ber jinên wêrek, jîr û xweşik dikarin cîhanê ronî bikin û jî ez ji bo we dijîm."

Derketina jineolojiyê di sala 2008`an de pêngava yekemîn û rêyeke din bû ku rêber Abdullah Ocalan ji jinan re pêşkêş kir da ku bigihêjin armanca xwe. Tê de banga rakirina qeydên ku li ser hatine ferzkirin, kir. Rêber Ocalan dît ku doza jinan dozeke civakî ye û ne tenê girêdayî zayendekê ye.

Endama Navenda Jineolojiyê a Herêma Firatê Rozêf Ehmed da zanîn ku gelek ronakbîr derketin, lê tu kesî ji wan wekî rêber Abdullah Ocalan girîngî neda jinan û wiha domand: "Rêber Abdullah Ocalan hêz tê de dît. Israr kir ku wan ji nava dîwarên malê derxe da ku hevkariya mêran di jiyanê de bike."

Rozêf Ehmed wiha domand: "Her kes li jineolojiyê dinêre wek zanistekê lê rêber Abdullah Ocalan tê de hemû pirsgirêkên jiyanê diyar kirine. Pirsgirêka sereke pirsgirêka paşguhkirina jinan e. Armanca sîstema kapîtalîst, nasnameya jinan tune bike."

Rêber Abdullah Ocalan di pareznameyên xwe de wiha dibêje: "Jin beşa ku herî zêde di civakê de hatiye perçiqandin. Dîroka koletiya wê li Rojhilata Navîn veşartî ye. Jineolojî dikare bibe destpêkirina sereke da ku tenê wek mijareke cinsî neyê dîtin. Divê ew wek bingeha civakê û cewhera wê be."

ŞOREŞA JINAN A DUYEMÎN

Rêber Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe de destnîşan dike ku pêwîstiya civaka Rojhilata Navîn bi şoreşa jinan a duyemîn heye û diyar dike ku zehmet e ku jiyan were rizgarkirin, heger şoreşa jinan a bingehîn nebe. Rêber Ocalan dibêje heger guhertineke kûr di mêjî û jiyana mêran de çênebe jiyan dê veguhere xeyalekê.

Têkildarî mijarê Rîma Ehmed jî wiha axivî: "Jin beriya derketina felsefeya rêber Abdullah Ocalan ji hebûnê hatibûn windakirin. Em dikarin bibêjin ku ew heta roja îro ne bi temamî hatine rizgarkirin û ev yek girêdayî şerê li dijî zîhniyeta 5 hezar salî ye."

Rîma Ehmed wiha domand: "Mirov nikare vê zîhniyetê di nava çend şevan de hilweşîne. Lê bi demê re em ê vê zîhniyetê bi rêya felsefeya rêber Abdullah Ocalan, derbas bikin."

Di dawiyê de Rîm Ehmed bang li tevahî jinên cîhanê kir ku ji bo rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan bixebitin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/y-oqQDShld4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>