Şêniyên Reqayê: Fikirê rêber Abdullah Ocalan rêya me ya ber bi azadiyê ve ye

Bi dirûşma "Azadiya rêber Abdullah Ocalan azadiya gelên bindest e" îro Meclisa Giştî ya bajarê Reqayê bi boneya rojbûna rêber Abdullah Ocalan şahiyek li dar xist.  Bi heman mebestî Meclisa Malbatên Şehîdan şahiyek ji bo zarokên şehîdan orgenîze kir.

Şêniyên Reqayê: Fikirê rêber Abdullah Ocalan rêya me ya ber bi azadiyê ve ye
Şêniyên Reqayê: Fikirê rêber Abdullah Ocalan rêya me ya ber bi azadiyê ve ye
Şêniyên Reqayê: Fikirê rêber Abdullah Ocalan rêya me ya ber bi azadiyê ve ye
Şêniyên Reqayê: Fikirê rêber Abdullah Ocalan rêya me ya ber bi azadiyê ve ye
Şêniyên Reqayê: Fikirê rêber Abdullah Ocalan rêya me ya ber bi azadiyê ve ye
Şêniyên Reqayê: Fikirê rêber Abdullah Ocalan rêya me ya ber bi azadiyê ve ye
Şêniyên Reqayê: Fikirê rêber Abdullah Ocalan rêya me ya ber bi azadiyê ve ye
Şêniyên Reqayê: Fikirê rêber Abdullah Ocalan rêya me ya ber bi azadiyê ve ye
5 nîsan, 2021   13:03
REQA

Li bajarê Reqayê lidarxistina çalakî û şahiyên bi boneya rojbûna rêber Abdullah Ocalan didomin.

Di vê çarçoveyê de, Meclisa Giştî ya Reqayê li hola Tac a li bajêr, şahiyek li dar xist. Şêniyên bajêr, nûnerên Meclisa Sivîl a Reqayê, Meclisa Qanûnsaz û Rêveberiya Jinan a Reqayê û endamên meclisê tev li şahiyê bûn.

Piştî deqeya rêzgirtin, bi navê Meclisa Giştî ya bajarê, endamê meclisê Cuma El-Casim axivî û got: “Rêber Abdullah Ocalan serokek gewre ye, jinan pîroz dibîne û ji bo azadiya wan tê dikoşe.”

El-Casim bang li gelan kir ku ji bo parastina rêber Abdullah Ocalan tê bikoşin ku li dijî tevahiya pergalên zordest û desthilatdar şer kir. Her wiha El-Casim piştrast kir ku divê tecrîda li ser hatiye ferzkirin bi dawî bibe.

Paşê endama Rêveberiya Jinan a Reqayê Meryem Ibrahîm axivî û got: Dewleta Tirk û kesên pê re nizanin ku fikirê rêber Ocalan di me de hatiye çandin. Her yek ji me bûye Ocalan."

Meryem destnîşan kir ku êdî gelên herêmê ji bo ku bigihêjin azadî, edalet, wekhevî û jiyana hevbeş fikirê rêber Abdullah Ocalan ji xwe re kirine bingeh û wiha domand: “Bi dîlgirtina wî re, ew nikarin wî fikirî ji gelên herêmê yên li benda azadiyê dûr bixin.”

Di dawiya çalakiyê de beşdaran berxwedana rêber Abdullah Ocalan silav kir.

Têkildarî heman mijarê, Meclisa Malbatên Şehîdan şahiyek ji bo zarokên şehîdan li dar xist. Bi dehan malbatên şehîdan û zarokên wan ên Reqa û gundewarê wê tevî endamên Meclisa Sivîl a Reqayê di şahiyê de beşdar bûn.

Di şahiyê de endama Nivîsgeha Hevserên Şehîdan a girêdayî Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqa Henan Mistefa axivî û bi xêrhatina beşdaran kir.

Meryem wiha dewam kir: “Rojbûna rêber Ocalan vejîna biratiya gelan, jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ye. Şehîdên me bi fikirê rêber Abdullah Ocalan ev ax rizgar kir.”

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê Şemis El-Salih ev roj pîroz kir.

Di dawiya şahiyê de Meclisa Malbatên Şehîdan diyarî li zarokan belav kirin.

(şx)

ANHA