Li Reqayê dibistana 4'ê Nîsanê hate vekirin

Bi wesîleya rojbûna rêber Abdullah Ocalan, Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê dibistaneke bi navê 4'ê Nîsanê li taxa Mişleb a bajar vekir.

Li Reqayê dibistana 4'ê Nîsanê hate vekirin
Li Reqayê dibistana 4'ê Nîsanê hate vekirin
Li Reqayê dibistana 4'ê Nîsanê hate vekirin
Li Reqayê dibistana 4'ê Nîsanê hate vekirin
Li Reqayê dibistana 4'ê Nîsanê hate vekirin
Li Reqayê dibistana 4'ê Nîsanê hate vekirin
5 nîsan, 2021   13:37
REQA

Bi dehan şêniyên taxê, di nav de xwendekar û endamên saziyên sivîl û leşkerî beşdarî merasîmê vekirina dibistanê bûn.

Merasîm bi bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir. Hevseroka Desteya Serokatiyê ya Komîteya Perwerde û Fêrkirinê Fatima Bozan axivî, bal kişand ser girîngiya perwerde di civakê de û şopandina xeta rêber Abdullah Ocalan kir. Her wiha destnîşan kir ku dibistan bi boneya 4'ê Nîsanê rojbûna rêber Abdullah Ocalan hate vekirin.

Piştî axaftinê dibistan hate vekirin û li pêşiya wê dar hatin çandin. Her wiha şano û çalakiyên çandî hatin pêşandan.

Merasîm bi gerandina xelekên govendê li ber stranên gelerî bi dawî bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/jVMMpu8Otkw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>