Yekîtiya Karkeran a Reqayê dermanxaneyek ji bo karkeran vekir

Bi armanca alîkariya karkeran, Yekîtiya Karkeran a Reqayê îro li kolana Til Ebyed a Reqayê dermanxaneyek ji bo karkeran vekir.

Yekîtiya Karkeran a Reqayê dermanxaneyek ji bo karkeran vekir
Yekîtiya Karkeran a Reqayê dermanxaneyek ji bo karkeran vekir
Yekîtiya Karkeran a Reqayê dermanxaneyek ji bo karkeran vekir
5 nîsan, 2021   13:00
REQA

Hejmareke karker û endamên saziyên civaka sivîl beşdarî şahiya vekirina dermanxaneyê bûn. Di şahiyê de Hevserokê Yekîtiya Karkeran a Reqayê Zahir El-Ebdullah li ser girîngiya dermanxaneyê axivî û diyar kir ku dê barên madî li ser karkeran sivik bike. Her wiha El-Ebdullah teqez kir ku dê derman bi heman nirxê hatine kirîn ji bo karkeran bên firotin.

El-Ebdullah destnîşan kir ku Yekîtiya Karkeran ji bo piştgiriya dermanxaneyê bi Sendîkaya Dermanfiroşan û Sendîkaya Bijîşkan re koordîne kiriye û dê li gorî kartên ku yekitiyê dane karkeran, buhayê xizmetên tenduristiyê bê kêmkirin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/YLn-TPNoVC0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>