Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 304 kesên din bi covid-19 ketin

Desteya Tenduristiyê îro ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 304 kesên din bi Koronayê ketine û 4 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 304 kesên din bi covid-19 ketin
5 nîsan, 2021   12:25
 NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku li herêmê 304 kesên din bi Koronayê ketine ew jî 151 mêr, 153 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 57

Qamişlo: 137

Dêrik: 59

Rimêlan: 4

Girkê Legê: 1

Dirbêsiyê: 17

Kobanê: 2

Reqa: 24

Minbic: 3

Mistefa daxuyand ku kesekî ku berê bi koronayê ketibû, baş bûye.

Bi van daneyan re, heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 10 hezar û 813 kes bi Koronayê ketine, ji wan 396 kes jiyana xwe ji dest daye û hezar û 334 kes baş bûne.

(cx)