Meclisa Eyn Dîwarê: Hedefgirtina jêdera qûta sivîlan sûceke şer e

Meclisa bajarokê Eyn Dîwarê bombebarankirina gundê Dêrika Beravê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kir. Meclisê piştrast kir ku qutkirina jêdera quta şêniyan û hedefgirtina milkên wan digihêje asta sûcên şer.

Meclisa Eyn Dîwarê: Hedefgirtina jêdera qûta sivîlan sûceke şer e
5 nîsan, 2021   12:19
QAMIŞLO

Meclisa bajarokê Eyn Dîwarê îro bi daxuyaniyekê sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina sivîlan şermezar kirin.

Balafirên artêşa Tirk a dagirker duh piştî nîvê şevê, qumvaniyek (meqele)li gundê Dêrika Beravê yê bajarê Dêrikê yê kantona Qamişloyê bombebaran kir.

Endamên meclisê li pêşiya navenda xwe ya li gundê Bana Qesrî kom bû û bombebarana ji aliyê dewleta Tirk ve û hedefgitina sivîlan li gundê Dêrika Beravê şermezar kirin.

Hevseroka meclisê Fêroz Temir daxuyanî xwend.

Di destpêka daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em bi tundî sûcên dewleta Tirk a dagirker û hedefgirtina sivîlan li seranserî sînorên Rojava şermezar dikin. Di şeva 3`yê Nîsanê de dronek trekseke şêniyê bi  navê Merwan Ferman li gundê Dêrika Beravê kir hedef, di encamê de bi temamî şewitî.”

Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku mîna van sûcan digihêje asta sûcên şer ku qutkirina jêdera qûta sivîlan dike hedef û wiha hate gotin: "Dewleta Tirk a dagirker bi rêya van êrişan hewl dide ewlehiya li herêmê têk bibe û tevliheviyê di navbera sivîlên li ser sînor de çêbike.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ruxmî hebûna dewriyeyên Rûsya û dewleta Tirk yên rojane, lê dewleta Tirk herêmê topbaran dike û sivîlan li gundên ser sînor dike hedef.

Di daxuyaniyê de meclisê bang li Rûsya û Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku li hemberî van êrişan bisekinin, biryareke cidî bigirin û di dadgehên navneteweyî de dewleta Tirk darizînin.

(şx)

ANHA