Li başûrê Efganistanê 37 endamên Talîbanê hatin kuştin

Wezareta Parastinê ya Efganistanê daxuyanek da û diyar kir ku di operasyonên ewlehiyê yên li herêma Qendehar a başûrê welêt de, herî kêm 37 endamên tevgera Talîban hatine kuştin.

Li başûrê Efganistanê 37 endamên Talîbanê hatin kuştin
5 nîsan, 2021   11:50
NAVENDA NÛÇEYAN

 Wezareta Parastinê ya Efganistanê îro bi daxuyaniyekê eşkere kir ku duh li herêma Qendehar hêzên ewlekariyê operasyonên bejahî û hewayî pêk anîne û di encamê de herî kêm 37 endamên tevgera Talîban hatine kuştin.

Wezaretê diyar kir ku hêzên wan di wan operasyonan de nêzî 90 motorsklê desteser kirine û miqdarek mezin ji çekên girêdayî Talîban rûxandine.

(cx)