Wezîrên YE`yê: Divê yên sûcên şer li Sûriyê pêk anîne bên cezakirin

YE soza hesabxwestina ji kesên ku ji destpêka 2011`an ve li Sûriyê sûcên şer pêk anîne, da.

Wezîrên YE`yê: Divê yên sûcên şer li Sûriyê pêk anîne bên cezakirin
1 nîsan, 2021   10:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa AFP`ê, wezîrên karên derve yên Yekitiya Ewropayê (YE) gotin ji ber sûcên şer ên ji destpêka aloziyê di 2011`an de pêk hatine, ew ê banga hesabxwestina ji hikumeta Şamê û “mîlîsan” bikin.

18 wezîran destnîşan kir ku welatên wan bi îsrar in ku kesên sûcên şer pêk anîne, bên cezakirin.

Her wiha bi bîr ixstin ku di 10 salên dawîn de nêzî 400 hezar kes hatin kuştin û zêdetirî 6 milyon kes ji ber “binpêkirinên mezin ên mafên mirovan” narçarî koçberiyê bûne û gotin: “Divê bal li ser 10 salên ji kiryarên hovane bê kişandin.”

Wezîran teqez kir ku ew ê bangawaziyên ji bo Dadgeha Cezayan a Navneteweyî dewam bikin da ku der bare sûcên li Sûriyê pêk hatine de lêpirsînê veke û sûcdaran ceza bike.

(şx)