Parêzerên rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo karibin sibê muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
1 nîsan, 2021   10:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan, Raziye Ozturk, Nevroz Ûysal, Mazlûm Dînç û Îbrahîm Bîlmez ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji 14'ê Adarê dema belavbûna îdîayên li ser tenduristî û ewlehiya rêber Abdullah Ocalan û vir ve parêzeran, malbatê û wasiyê Ocalan ji bo karibin "bi lez" hevdîtinê bikin 13 caran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê û Wezareta Edaletê dane. Her wiha 2 caran jî serî li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) dane.