Li gundewarên Idlibê şerê hêzên hikumetê û çeteyan dewam dike

Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker nuqteyên hev ên li gundewarên başûrê Idlibê topbaran kirin. Tevgera balafirên keşfê yên Rûsyayê jî li asîmanê herêmê heye.

Li gundewarên Idlibê şerê hêzên hikumetê û çeteyan dewam dike
1 nîsan, 2021   09:54
 NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk vê berbangê derdora Bare, Bênîn, Fetîre, Kensefra û Filêfil ên başûrê Idlibê topbaran kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê şeva din deverên li derdorê Qilêdîn û Enkawî yên Sehil Xab a rojavayê Hemayê, bi çekên giran topbaran kirin. Her wiha balafirên keşfê yên Rûsyayê bê navber li asîmanî “herêma bêçek” geriyan.

(cx)