Şêniyên Tirbespiyê xwestin firinên kevirî ji nû ve bên aktîvkirin

Şêniyên Tirbespiyê bang li Gerînendetiya Firinan kir ku ard bidin firinên kevirî yên ku ard li ser wan hatiye qutkirin ji bo ku ji nû ve bên aktîvkirin. Gerînendetiya Firinan jî diyar kir ku ew tedbîreke demkî ye û mijar tê nîqaşkirin.

Şêniyên Tirbespiyê xwestin firinên kevirî ji nû ve bên aktîvkirin
31 adar, 2021   05:49
QAMIŞLO-RÊNAS REMO

Di demên dawîn de piştî ku ard li ser 6 firnên kevirî yên navçeya Tirbespiyê hate qutkirin û ardê ji bo firinên din tê dayîn hate kêmkirin, li navçeyê aloziya peydakirina nan derket. Firinên kevirî pêdiviya şêniyan ji nan dabîn dikir.

Li bajar û gundewarên herêma Cizîrê gelek firinên kevirî hene, ku aliyên peywendîdar ard bi nirxekî guncaw ji wan re peyda dikir û bi wê yekê pêdiviya şêniyan ji nan dabîn dibû.

Di demên dawîn de, piştî ku nirxê ard û nirxê nanê siyahî bilind bû, xwediyên hin firinên kevirî ard ku ji bo firinên wan dihat dayîn bi nirxekî bilind firotin şêniyan. Ji ber vê yekê û bi armanca bidawîkirina vê diyardeyê, Gerînendetiya Firinan bi awayekî demkî ard ji ser van firineyan qut kir heta ku mijar tê nîqaşkirin.

Şêniyên navҫeya Tirbespiyê bang li Gerînendetiya Firinan a herêma Cizîrê kir ku ji nû ve ard li firineyên kevirî belav bike yan altirnatîfên van firinan peyda bike.

Welatiyê bi navê Beşîr Yûnis destnîşan kir ku ji ber qutkirina ard ji ser firinan aloziyeke mezin li ser firinên din (nîv-otomatîk) derket. Yûnis ji aliyên peywendîdar xwest ku ji nû ve ard li van firinan belav bike û firinên ku ard bi awayekî wekhev belav nake yan nafiroşe, ceza bike.

Basim El-Miho jî da zanîn ku qutkirina ard ji ser van firinan, ji bo malbatên xizan aloziyek aborî derxist û diyar kir ku li gorî nanê firinên din nan van firinan bi nirxekî guncaw dihat firotin.

Sair Elî El-Hewar ku xwediyê firineke kevirî ye diyar kir ku firina wî ya yekane ye li taxê El-Sewre ya navҫeya Tirbêspiyê û li taxê tu firinên din tune ne. El-Hewar got ku nêzî 5 malbatan dabare xwe bi firinê dikir. Her wiha diyar kir ku wan bang li Gerînendetiya Zimhêr û Gerînendetiya Firinan kiriye ku ji nû ard bidin firinan, lê heta niha tu bersiva wan nehatiye dayîn.

Mûaz Ebdulcelîl ku xwediyê firineke kevirî ye jî destnîşan kir ku Gerînendetiya Firinan ji destpêka Adarê ve ard li ser wan qut kiriye û wan serî li hemû saziyan daye, lê bersiva nedane wan.

‛QUTKIRINA ARD TEDBÎREKE DEMKÎ YE’

Endamê rêveberiya Gerînendetiya Firinan a herêma Cizîrê Mehmûd Mihemed got ji ber ku xwediyên firinan ard li şûna nan difirot şêniyan, wan ard li ser firinên kevirî yên kantona Qamişlo qut kiriye. Xwediyên wan firinan ard ji gerînendetiyê bi 3 hezar lîreyên Sûriyê dikirîn û li sûka reş bi 30 hezar lîreyên Sûriyê difirotin.

Mihemed da zanîn ku girtina firinên kevirî tedbîreke demkî ye, mijar hîna tê nîqaşkirin û piştî ku tedbîrên pêwîst ji bo rêgirtina li muxalefetan bigirin dê ard dîsa bidin firinan.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/E1gt2v-tGDM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>