Bandorên neyînî yên şerê avê ku dewleta Tirk bi kar tîne

Ji zêdetirî 2 mehan ve, dewleta Tirk a dagirker rêjeya ava çemê Firatê ku diherike xaka Sûriyê kêm dike. Dewleta Tirk piştî şerê yekser û dagirkirina hin herêman, ji bo koçberkirina şêniyan vê sûcê bi kar tîne.

Bandorên neyînî yên şerê avê ku dewleta Tirk bi kar tîne
30 adar, 2021   23:39
KOBANÊ-NÎHAD KERIO

Dewleta Tirk a dagirker sûcên xwe didomîne û rêjeya ava çemê Firatê kêm kir ku li şûna 500 metrekab di çirkeyê de gihaşt 200 metrekab di çirkeyê de. Bi wê re bandoreke neyênî li rewaşa şêniyan kir, bi taybet cotkarên li herêmê.

Ev sûca dewleta Tirk a dijminane ne ya yekemîn e, lê belê pirî caran rêjeya ava çemê Firatê kêm kir. Bi wê re jî peymana ku di navbera wê û hikumeta Şamê ya di 1987’an de hatiye îmzekirin, bin pê dike.

Gerînendeyê Giştî yê Bendava Tişrînê, Mihemed Terbûş wiha got: "Rewşa rêjeya ava ku ji xaka Tirkiyê ber bi xaka Sûriyê ve diherike, ji zêdetirî 2 mehan nehatiye guhartin. Rêjeya ava bendavê zêdetir 4 metereyan kêm bûye, lê rêjeya ava bendava Firatê zêdetir 3 metereyan kêm bûye."

Terbûş diyar kir ku rêjeya ava ku tê di navbera 200 û 2020 meterekabik di saniyekî de ye.

Kêmbûna rêjeya avê, bandoreke neyênî li jiyana cotkarên li ser keviyên çemê Firatê ne û yên ku pişta xwe didin ava çemê ji bo avdana zeviyên xwe, kır. Her wiha bandor li qutbûna

Şêniyê bi navê Şeiban Hesen ê ji gundê Qomlix ê rojavayê Kobanê yê li nêzî çemê Firatê ye, wiha got: "Av pir kêm bûye û êdî ne wek berê ye, her wiha ava bîran jî ji ber bandora çem, kêm bûye. Li aliyekî din jî bandor li kehrebeyê jî kir û saetên wê di rojê kêm tên."

Şeiban Hesen bang li aliyên peywendîdar kir ku destwerdanê bikin, da ku rêjeya avê wek berê vegere.

Şêniyê bi navê Mûsa Mihemed yê ji gundê Qomlix jî diyar kir ku kêmbûna asta avê bandoreke mezin li wan kir û got:" Ji ber ku av damara sereke ya bîrên avê bû ku me pişta xwe ji avdana zeviyên didayê. Berê me av ji bîran bi hêsanî dikişandin, lê niha lêçûna jeneratorên kehrebeyê ku li ser mazotê dixebitin, zêde bûye. Ew jî ji ber qutbûna kehrebeyê."

Mihemed Terbûş destnîşan kir ku ew niha di rojê de 8 saetan kehrebeyê didin herêmê û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Heke rewşa heta 20 roj an jî meheke din wisa berdewam kir, em ê neçar bibin ku kehrebeyê ku ji 3 bendavan Firat, Tişrîn û Huriyê tê, qut bikin. Da ku rêjeya avê ya ku pêdiviya cotkaran di avdana zeviyan de heye, biparêzin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/wz-F_qyHTUw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>