​​​​​​​Berdevkê qebîleya Fedan: Em nahêlin herêmên dîtir ên Sûriyê werin dagirkirin

Berdevkê Qebîleya Fedan, Teysîr El-Efad destnîşan kir ku Rûsya peymana Sochiyê bin pê kir, ji ber ku rê da dewleta Tirk a bendên peymanê bin pê bike û sûcan li dijî sivîlan pêk bîne. El-Efad got şêx û rûspiyên herêmê nahêlin herêmên dîtir ên Sûriyê werin dagirkirin û dê herêmên dagirkirî werin rizgarkirin.

​​​​​​​Berdevkê qebîleya Fedan: Em nahêlin herêmên dîtir ên Sûriyê werin dagirkirin
29 adar, 2021   01:48
KOBANÊ-DICLE EHMED

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê  bi armanca dagirkirina herêmên bakurê Sûriyê û koçberkirina niştecihên wê, ji zêdetirî 4 mehan ve êrişî navçeya Eyn Îsayê dikin.

Di 17 û 20’ê Adarê de, komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker êrişeke dijwar li dijî gundewarên Eyn Îsayê pêk anîn. Di encamê de zarokek û jinek şehîd bû û 4 jî birîndar bûn. Tevî vê yekê  Rûsyayê ku garantorê peymana Sochiyê ye bêdeng e

‛RÛSYA BI XWE PEYMANA SOCHIYÊ BIN PÊ DIKE’

Girêdayî mijarê, berdevkê qebîleya Fedan Teysîr El-Efad got: "Dewletên garantor ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê mîna Rûsya gelek soz dan, lê belê ji dêvla ku Rûsya bibe garantorê agirbestê li gorî peymana Sochiyê, ew bi xwe bendên vê peymanê bin pê dike. Ji ber binpêkirin heta bi Eyn Îsayê çû. Lê Rûsya bê deng e. Wê di 22’yê Cotmeha 2019’an de bi dewleta Tirk a dagirker û QSD’ê li ser rûbera 32 kîlometre li hev kir."

‛ÇIMA BÊDENGIYA RÛSÎ Û CÎHANÎ?’

Şêx El-Efad diyar kir ku QSD’ê parastina xakê dike û di parastina sînorên xwe yên bi ser dewleta Tirk a dagirker ve, bi taybet li Eyn Îsayê piştî ku dagirkeriyê rûbera 32 kîlometre derbas kir, mafên xwe yên rewa bi kar tîne.

El-Efad bêdengiya Rûsyayê ya li hember sûcên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan şermezar kir û wiha pirs kir: "Çima bêdengiya navneteweyî li ser êrişa osmanî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelê Sûriyê heye?"

El-Efad destnîşan kir ku di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên vê hefteyê li dijî gundê Hidriyat ê navçeya Eyn Îsayê de, zarokê bi navê Mehmûd Xelîl û jina bi navê Zehra Semo, jiyana xwe ji dest da û hin sivîl, di nav de yek ji eşîrên koçer ên ereb  li herêmê birîndar bûn.

Teysîr El-Efad bêdengiya cîhanê, Rûsya û hikumeta Şamê ya ku dihêlin dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî herêmê bikin û peymanan bin pê bikin, şermezar kir û bi navê tevahî eşîrên herêmê soz da ku heta nefesa dawî parastina herêmê bikin û nahêlin tu alî ewlehî û aramiya herêmê têk bibin.

‛TIRKIYÊ ÊRIŞ HERÊMÊN EWLE DIKE’

Teysîr El-Efad pirsa "herêmên ewle" ya ku dewleta Tirk a dagirker li ser diaxive kir û got: "Ew bi xwe êrişî herêmên ewle dike û sûcan tê de pêk tîne, mîna Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê."

Teysîr El-Efad bang li tevahî qebîle, eşîr, şêx, rûspiyên Ereb û tevahî pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li hember dagirkeran serî hildin û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em gelê Sûriyê xwediyên vê xakê ne û em ê herêmên dagirkirî rizgar bikin û berdêl çi dibe bila bibe dev ji parastinê bernadin û dê seknekê bi QSD’ê re di xendekan de bisekinin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/OFQSrHxcgOw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>