‛Em tê dikoşin da ku CPT’ê xwedî li qanûnên xwe derkeve û yekalî be’

Komîteta Azadiya Rêbertî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê 26'ê Adarê pêngavek da destpêkirin, armanca vê pêngavê zextê li CPT'ê bik ji bo ku erka xwe ya li hemberî tecrîda girankirî ya li ser rêbertî bi cih bîne. Komîteyê bang li saziyên sivakî, siyasî û çandî û tevahî gelên herêmê kir ku beşdarî pêngavê bibin.

‛Em tê dikoşin da ku CPT’ê xwedî li qanûnên xwe derkeve û yekalî be’
29 adar, 2021   03:03
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

Bi armanca rakirina tecrdîa li ser rêber Abdullah Ocalan û zext li Komîteya  Pêşîlêgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) were kirina ku erka xwe xwe bi cih bîne, Komîteta Azadiya Rêbertî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê 26'ê Adarê pêngavek da destpêkirin. Komîteyê bang li saziyên sivakî, siyasî û çandî û tevahî gelên herêmê kir ku beşdarî pêngavê bibin.

Pêngava Komîteya Azadiya Rêbertî di çarçoveya hemleya"Dema dema azadiyê ye" ya ku KCK’ê li gorî merheleyan daye destpêkirin. Di merheleya yekemîn de hiqûqnas û bijîşkên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li pênavê bûn,  merheleya duyemîn di 25’ê Adarê de piştî ku Mehmet Ocalan birayê Abdullah Ocalan pê re bi telefonê axivî hate destpêkirin.

KCK’ê pêngava "Dem dema azadiyê ye" di 2020’an de dest pê kir, bi wê re jî gelê Kurd, Kurdistanî û dostên tev li pêngavê bûn û ji bo têkbirina tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan çalakiyan li dar dixin.

/kr/uploads/files/2021/03/28/202759_-.webp

Endama Komîteya Azadiya Rêbertî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mizgîn Ehmed diyar kir ku gelê herêmê ji Nîsana2020'an ve, tu agahî li ser rewşa rêber Abdullah Ocalan negirtiye, ji sala 2011'an ve parêzeran carekê tenê hevdîtin pê re kirin, ew jî encama berxwedana girtiyên li zindanên dewleta Tirk a bi pêşengtiya têkoşer Leyal Guven bû.

Mizgîn Ehmed bal kişand ser idîayên ku tevnên civakî belav kirine û wiha got: "Em dibînin ku ev idîa xeter in û ji bo gelên herêmê mijareke hesas e. Heta niha tu rêxistineke mirovî û hiqûqî, di serî de CPT’ê erkên xwe li hember rêber Abdullah Ocalan bi cih nanîne."

Mizgîn Ehmed destnîşan kir ku CPT’ê di 2019’an de derbasî dewleta Tirk bûye, ji yek erkên wê jî serdana girtîgeha Îmraliyê bû, da ku rewşa rêber Ocalan û hevalên wî ji nêz ve bişopînin û wiha pê de çû: "Mixabin CPT’ê serdana tevahî saziyên dewleta Tirk kir û serdana gitîgeha Îmraliyê nekir."شأشر

Endama Komîteya Rêbertî Mizgîn Ehmed behsa rapora CPT’ê ya ku di 2020’an de hatiye weşandin kir û wiha axivî: "CPT'ê di raporê de piştast kir ku fişarên derûnî û mijarên derveyî qanûnê di girtîgeha Îmraliyê de hene." Mizgîn diyar kir ku raporê hêviyek da gelê herêmê ku komîteyê li gorî qanûnên xwe tev digire.

‛CPT’Ê HÊVIYÊN GEL TÊK BIRIN’

Mizgîn Ehmed diyar kir ku CPT’ê hêviyên wan têk birin, bi taybet piştî agahiyên li ser nebaşiya tenduristiya rêber Ocalan hatin belavkirin û bangên rêxistin, sazî û gelên herêmê ji CPT’ê re li ser pêwîstiya destwerdanê ji bo zelalkirina rewşa rêber Abdullah Ocalan hatin kirin û wiha gotina xwe berdewam kir: "Xeteriyeke rasteqîn li dijî rêberê me heye û CPT’ê, tevî ku dikare serdana Îmraliyê bike û rewşê bişopîne, bê deng e."

Mizgîn Ehmed li ser pêngava ku Komîteya Azadiya Rêberî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kiriye axivî û wiha pê de çû: "Pêngav ji bo rêber Abdullah Ocalan e û di çarçoveya pêngava 'Dem dema azadiyê ye' de hate destpêkirin, di destpêkê de 400 parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev lê bûn, piştre Yekitiya Bijîşkan û dûvre jî Rêxistina Mafên Mirovan tev lê bûn. Man peyam ji CPT’ê re şandin û tê de hate gotin ku divê CPT’ê xwedî li qanûnên xwe derkeve û di biryarên xwe de yekalî be.''

Mizgîn Ehmed da zanîn ku CPT'ê bê deng e, ji lew re wan pêngava 2’yemîn dan destpêkirin û tê tevahî çîn, rêxistin û saziyên gel ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  bi rêya emailê name ji CPT’ê re şandin, da ku bi erkên xwe rabe û serdana girtîgeha Îmraliyê bike.

Endama Komîteya Azadiya Rêbertî ya rêber Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mizgîn Ehmed li ser girîngiya pêngava 2’yemîn axivî û wiha got: "Me çiqas karî zext li CPTê’ bikira, em ê xeteriyên li ser rêber Ocalan rakin, çarenûsa rêber Ocalan çarenûsa me tevan e û bang li tevahî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin tev li pêngavê bibin."

Komîteya Azadiya Rêbertî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku bi rêya şandina peyameke taybet ji CPT’ê re tev li pêngavê bibin, da ku rewşa rêber Abdullah Ocalan bizanin û derfet li pêş parêzeran vebe da ku pê re hevdîtinê bikin.

Emaila CPT’ê wiha ye:

mailto:[email protected]

‛ DIVÊ TEVAHÎ LÊ BIBIN’

/kr/uploads/files/2021/03/28/202834_-.webp

Endamê Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Ebûd Mexso jî diyar kir ku Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê tev li pêngava 2’yemîn a ku Komîteya Azadiya Rêberî dest pê kiriye, bûne û bang li tevahî rewşenbîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rojhilata Navîn û cîhanê kir ku tev li pêngavê bibin û peyaman ji CPT’ê re bişînin.

/kr/uploads/files/2021/03/28/202903_-.webp

Ji rûspiyekî eşîra Şerabîn a Qamişlo Ehmed El-Seyid Elî beşdarî çalakiya konvedanê ya li Qamişlo ku beriya çend rojan bi diruşma "Dem dema azadiya rêber Ocalan" hatibû lidarxistin bû, bang li tevahî şêniyên şêx û eşîrên herêmê de , bi taybet Ereb û Suryan kir ku tev li pêngavên birêxistinkirî yên ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan bibin.

Ehmed Elî di dawiyê de got armanca sereke ji tecrîda girankirî ya li dijî rêber Ocalan ew e ku perspektîfên wî negihînin gelên herêmê yên bi fikirê neteweya demokratîk bawer in û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Divê Kurd, Ereb, Suryan û Asûr ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan tê bikoşin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/9YY50VBMP6I" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>