Li Minbicê pîrozbahiya salvegera damezrandina Partiya Sûriya Pêşerojê

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê bi boneya salvegera 3'yemîn a damezirandina partiyê şahiyek li dar xist.

Li Minbicê pîrozbahiya salvegera damezrandina Partiya Sûriya Pêşerojê
Li Minbicê pîrozbahiya salvegera damezrandina Partiya Sûriya Pêşerojê
Li Minbicê pîrozbahiya salvegera damezrandina Partiya Sûriya Pêşerojê
Li Minbicê pîrozbahiya salvegera damezrandina Partiya Sûriya Pêşerojê
Li Minbicê pîrozbahiya salvegera damezrandina Partiya Sûriya Pêşerojê
28 adar, 2021   16:06
MINBIC

Şahî bi diruşma "Bi hev re ber bi avakirina Sûriyeke demokratîk, ne navendî û pirrengî ve" li Hola Kela Necim a rojhilatê bajarê Minbicê hate lidarxistin. Nûnerên siyasî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê, rûspiyên bajarê Minbicê û endamên meclisa partiyê ya Reqayê amade bûn.

/ar/uploads/files/2021/03/28/142546_athab-alabwd.webp

Piştî deqeya rêzgirtin, Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Ezab El-Ebûd axivî û got: ʺ Vîn û pêşengiyeke siyasî pêwîst e, da ku karibe ji zehmetiyên vê qonaxê re bibe bersiv û Sûriyê ji aloziyê derxîne. Avabûna Partiya Sûriya Pêşerojê nasnameya Sûriye ya ku bi çand, beş û pêkhateyên xwe dewlemend e îsbat bike da ku hêviyên gelê wê di jiyaneke azad û bi rûmet de pêk bîne."

/ar/uploads/files/2021/03/28/142603_rfyf-alsmran.webp

Piştre endama Meclisa Jinan a Minbicê Refîf El-Semran axivî û diyar kir ku di Adara 2018  ́an de fikira damezrandina Partiya Sûriya Pêşerojê derket, da ku tevahî pêkhateyên gelê Sûriyê bihewîne û da zanîn ku beşdariya jinan di jiyana siyasî de yek ji bingehên herî girîng ji bo avakirina civakek demokratîk a azad e.

/ar/uploads/files/2021/03/28/142627_sadq-alasydy.webp

Bi navê rûspiyên eşîrên Minbicê Şêx Sadiq El-Esîdî destnîşan kir ku Partiya Sûriya Pêşerojê dixwaze Sûriya ava bike û yekitiya sûriyan bi tevahî pêkhatiyên wê pêk bîne.

/ar/uploads/files/2021/03/28/142642_adnan-khlyfh.webp

Serokê Meclisa Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Ednan Xelîfê got, ciwan stûna şoreşa gelan a rasteqîn e û ji her pêşketin û geşedanan re çi siyasî be û çi civakî be hêvî ne. Xelîfa banga piştgiriya ciwanan kir da ku rola xwe di civakê de û tevahî qadên jiyanê de xurttir bikin.

Şahî bi pêşkêşkirina stran û helbest bi dawî bû.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/jn1ffqc4p9Q" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>