Çalakiyên konvedanê ya li Reqayê di roja duyemîn de berdewam in

Bi diruşma "Azadiya rêber Abdullah Ocalan azadiya me ye" çalakiyên konvedanê yên ku Rêveberiya Jinan a Reqayê li dar xistine, di roja duyemîn de berdewam in. Armanca çalakiyê rakirina tecrîda li dijî rêber Ocalan û azadiyê wî ye.

Çalakiyên konvedanê ya li Reqayê di roja duyemîn de berdewam in
28 adar, 2021   13:45
REQA

Di çalakiyê de endamên saziyên sivîl ên gundewarên bakurê rojavayê Reqayê, endamên Komîteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê û Meclisa Perwerdê ya Akademiyên Civaka Demokratîk amade bûn.

Bernameya çalakiya konvedanê ya ku li Qada Navenda Çandê ya berê li naverasta bajêr bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre gelek axaftin hatin kirin, tê de banga azadiya rêber Ocalan hatin kirin.

/ar/uploads/files/2021/03/28/124535_fatmh-bwzan.webp

Hevseroka Komîteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Fatima Bozan got, azadiya rêbertî azadiya rasteqîn a tevahî gelên têkoşer û gelên di bin nîrê zulm û destpotiyê de ye.

Fatima Bozan her wiha sûcên dewleta Tirk a bi serkêşiya Erdogan ên li dijî rêber Abdullah Ocalan û şêniyên herêmên dagirkirî, mîna Efrîn, Serêkanyê û Girê Spî şermezar kirin.

Hevseroka Meclisa Perwerdê ya Akademiya Civaka Demokratîk Melak Mihemed jî wiha axivî: "Ji vir ji xaka Reqayê ya rizgarkirî û bi fikir û felsefeya rêber Ocalan em dengê xwe bilind dikin ku bigihîne tevahî xakê û bigihîne mirovahiyê, da ku qanûnên navneteweyî yên girêdayî girtiyan û siyasetmedaran pêk bînin."

Melak Mihemed wiha gotina xwe bi dawî kir: "Ji çarçoveya qanûn û mîsaqên navneteweyî ku mafên dîlgirtiyan û hevdîtina girtiyan bi malbat û parêzerên xwe re misoger dike, em bang li civaka navnteweyî û rêxistinên hiqûqî dikin ku bi erkên xwe yên qanûnî rabe û fişarê li dewleta Tirk bike ku parêzerên rêbertî pê re bicivin."

/ar/uploads/files/2021/03/28/124553_mlak-mhmd.webp

Piştî axaftinan gelek helbestên hatin xwendin, tê de behsa fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocaln û banga rakirina tecrîdê û azadiya rêbertî dikin.

Çalakiyên roja duyemîn ên konvedanê bi diruşmên silavkirina rêber Abdullah Ocalan û bangên rakirina tecrîda li dijî rêbertî bi dawî bûn.

Tê payîn çalakiya konvedanê heta çarşema bê berdewam bike, dê sibe Şaredariya Gel a Reqayê, Komîteya Aborî û Çandiniyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê û endamên Ciwanên Reqayê beşdarî çalakiyên konvedanê bibin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/rkk-0JwjLEY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>