Li kampa Holê operasyonên berfireh ên ewlehiyê

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li kampa Holê "Operasyona Mirovî û Ewlehiyê" da destpêkirin.

Li kampa Holê operasyonên berfireh ên ewlehiyê
28 adar, 2021   03:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji navçeya Holê ya ku 45 km dikeve rojhilatê bajarê Hesekê dane, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji saet 04:00'an ve li derdora kampa Holê belav bûn û ji bo operasyonên ewlehiyê derbasî kampê bûn.

Li gorî agahiyên ku berpirsên hêzên ewlekiyê dane me, 5 hezar endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, QSD û YPJ'ê beşdarî operasyona li kampê bûne, da ku bandora DAIŞ'ê bi dawî bikin.

Berpirsê Navenda Ragihandina QSD'ê Siyamend Elî jî ANHA'yê re axivî û diyar kir ku operasyonên ewlehiyê ji ber zêdebûna asta tevgerên malbatên çeteyên DAIŞ'ê di kampê de û rêxistinbûyîna jinên DAIŞ'î hate destpêkirin.

Her wiha destnîşan kir ku ev operasyon li ser banga şêx û rûspiyên eşîrên herêmê hate destpêkirin da ku xeteriya vê kampê li ser herêmê di radeya yekemîn de û li ser cîhanê sînodar bike.

Tê payîn ku Hêzên Ewlekariya Hundirên di saetên pêş de daxuyaniyekê ji raya giştî re parve bike.

ANHA