Êzidiyên Efrînê li dijî komployan piştgiriya xwe ya ji Şengaliyan re nîşan da

Yekitiya Êzidiyan a kantona Efrînê li dijî komployên li ser Şengalê piştgiriya xwe ji şêniyên Şengalê re nîşan da û bang li rêxistinên mafên mirovan û NY`yê kir ku zextê li Tirkiyê bikin, da ku hêzên xwe ji Başûrê Kurdistanê vekişîne.

Êzidiyên Efrînê li dijî komployan piştgiriya xwe ya ji Şengaliyan re nîşan da
27 adar, 2021   15:00
ŞEHBA

Bi dehan endamên Yekitiya Êzidiyan a kantona Efrînê li pêşiya navendên xwe yên li navçeya Ehdas a kantona Şehbayê kom bûn û têkildarî komployên li dijî gelê Şengalê yên ji aliyê artêşa Tirk, hikumeta Iraqê û Başûrê Kurdistanê pêk tên, daxuyaniyek da.

Hevserokê yekitiyê Mistefa Nebo daxuyanî bi zimanê erebî û endama yekitiyê Orîvan Menan bi zimanê kurdî xwend.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Êzidiyên li dijî Şengalê gelek ferman pêk hatin û ya herî dijwar jî fermana ku DAIŞ`ê ya terorîst di 2014`an de pêk anîbû. Hate gotin ku dewleta Tirk a dagirker, hikumeta Iraqê û Başûrê Kurdistanê berpirsên vê fermanê ne.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate diyarkirin: "Tev van hemûyan hikumetên Iraq û Başûrê Kurdistanê dûrî şer û qehremaniya ku li dijî DAIŞ`ê hate meşandin bûn, mîna ku ji wan re ne girîng be nêzîk dibûn. Li ser vê yekê dewleta Tirk ferman da wan ku ewlehî û jiyana aştiyane ya pêkhateyên li Şengalê têk bibe, ji lew re peymanek mohr kir û li dijî gelê Şengalê kompoyeke plan kirin."

Yekitiya Êzidiyan a Efrînê piştgiriya xwe ya ji gelê Şengalê re ragihand û bang li dewletên peywendîdar, rêxistinên mafên mirovan û NY`yê kir ku zextê li hikumeta Tirkiyê bikin, da ku hêzên xwe ji Başûrê Kurdistanê vekişîne û hikumeta Iraqê bisekinîne ku Şengalê bi trajîdiyeke nû re rû bi rû nemîne.

(eh)

ANHA