Salvegera 3`yemîn a damezrandina Partiya Sûriya Pêşerojê hate pîrozkirin

Bi boneya salvegera sêyemîn a damezirandina Partiya Sûriya Pêşerojê şahiyek li Reqayê hate lidarxistin.

Salvegera 3`yemîn a damezrandina Partiya Sûriya Pêşerojê hate pîrozkirin
Salvegera 3`yemîn a damezrandina Partiya Sûriya Pêşerojê hate pîrozkirin
Salvegera 3`yemîn a damezrandina Partiya Sûriya Pêşerojê hate pîrozkirin
Salvegera 3`yemîn a damezrandina Partiya Sûriya Pêşerojê hate pîrozkirin
Salvegera 3`yemîn a damezrandina Partiya Sûriya Pêşerojê hate pîrozkirin
27 adar, 2021   14:52
REQA

Pîrozbahî li hola Tac bi durişma "Bi  hev re ber bi Sûriyeke demokrat, pirrengî û nenavendî ve''  hate lidarxistin.

Endamên saziyên sivîl, leşkerî, rûspî û şêxên eşîran, nûnerên Rêveberiya Xweser û malbatên şehîdan beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqeyeke hate girtin, piştre Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm Qeftan salvegera damezrandina partiyê pîroz kir û îşaret bi girîngiya têkoşîna aştiyane ji bo çareserkirina aloziyê kir. Qeftan her wiha îşaret bi yekitiya Sûriyê, serîhildana li hemberî dagirkiriyê û serxwebûna biryara siyasî ji bo avakirina welatekî demorkatîk kir.

Dûvre komên Zerdeşt û Çerkesan berhemên xwe yên hunerî pêşkêş kirin. Her wiha peyamên pîrozbahiyê yên ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Ewropa, Partiya Yekitî û Partiya Hevbendiya Niştimaniya Demokartîk a Sûriyê ve hatin şandin, hatin xwendin.

Endama Rêveber a Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Xaliya El-Keçwan axivî û bixêrhatina beşdaran kir û salvegera damezrandina partiyê li endamên partiyê û li malbatên şehîdan û jinên li Sûriyê pîroz kir.

Xaliya El-Keçwan bal kişand ser rola ku partiyê da jinan û rola jinan di avakirina biryara siyasî. Her wiha rola jinan a rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê silav kir û destnîşan kir ku Partiya Sûriya Pêşerojê her tim hewldana misogerkirina wekheviya di navbera mêr û jinan de dike.

Piştî axaftinan, dengbêjê gel Malik Yetîm stranên folklorî yên Reqayê gotin, beşdaran li ber stranan govend gerandin.

 (eh)

ANHA