Bertekên li dijî dadgehkirina şervana YPJ'ê Çîçek Kobanê zêde dibin

Meclisa Jinan a Minbicê û Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbic û Gundewarên wê bi du daxuyaniyan cezayê muebedê ya li şervana YPJ'ê Çîçek Kobanê şermezar kir û gotin dewleta Tirk di sûcên li dijî mafên mirovan û binpêkirina peymanên navneteweyî de berdewam e.

Bertekên li dijî dadgehkirina şervana YPJ'ê Çîçek Kobanê zêde dibin
27 adar, 2021   14:30
MINBIC

/ar/uploads/files/2021/03/27/132439_nsryn-alaly.webp

Daxuyaniya Meclisa Jinan a Minbicê bi beşdariya endamên saziyên taybet bi jinan li ber avahiya meclisê ji aliyê endama rêveber a meclisê Nesrîn El-Elî ve hate xwendin.

 Di daxuyaniya Meclisa Jinan de wiha hate gotin:

"Bi navê jinên Minbic û her jinekê, em silavên xwe ji hevrêyê xwe Abdullah Ocalan re ku hîna rewşa wî nediyar e û ji dîlgirtiyên mêr û jin ên di girtîgehan de dişînin.

Ji nav êş û azaran berxwedanî û lehengî bi der ket ku rewşa zulm û koletiyê qebûl nekir, ew jî serhildana jinan bû. Jinan bi xurtî û qehremanî şoreş bi rê ve bir û çek li hember dijmin rakirin da ku rûmet û xaka xwe biparêzin. Bi wê re gelek destkeftî û serkeftin bi dest xistin ku êdî dîrok ji bîr nake. Jinan li hember rêxistinên terorî li ber xwe da û ji welat bi der kirin. Di serê wan de jî dewleta Tirk a dagirker e ku Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin û hîna jî binpêkirin û sûcan li dijî mafên jinan pêk tîne, jê jî qetilkirin, koçberkirin, revandin û girtin e. Nîşaneya herî mezin jî dîlgirtina şervana YPJ’ê Çîçek Kobanê di 21’ê Cotmeha 2019’an de ye ku bi destê çeteyan birîndar bû û piştre radestî hikumeta Erdogan kirin.

Îro û piştî du salan ji dîlgirtina wê, dewleta Tirk Çîçek Kobanê dadirizîne û cezayê muebed li wê ferz dike, bêyî ku tu gunek an jî sûcên wê hebin. Lê tenê ji ber ku parastina welatê xwe li dijî dagirkeriya Tirk dikir. Ev biryar bi armanca rewakirina sûca revandinê ye. Ji ber ku Çîçek Kobanê li ser xaka xwe bû, bi çi sûcî û qanûnî tê dadgehkirin û li ne ser xaka xwe ye. Lê belê cezayên ku dewleta Tirk li jinan dibirin ne nû ne, berê jî dewleta Tirk li dijî parlamenter Leyla Guven û piranî ji girtî û dîlgirtiyan ceza birîne.

Wijdanê mirovahiyê li ku ye? Mafên mirovan ên ku tevahî saziyên dewletê idîa dikin li ku ye?"

Em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku destwerdanê bikin û tevahî dîlgirtiyan û girtiyan berdin û cezayê li dijî Çîçek jî derqanûnî ye."

DAXUYANIYA MAMOSTEYÊN KOMÎTEYA FÊRKIRIN Û PERWERDÊ YA MINBIC Û GUNDEWARÊN WÊ

/ar/uploads/files/2021/03/27/132408_jlylh-sayd.webp

Têkildarî mijarê, mamosteyên Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbic û Gundewarên wê daxuyaniyek da. Endama rêveber a Rêveberiya Giştî ya Dibistanên Minbic û Gundewarên wê Celîla Seîd daxuyanî li pêş Saziya Zimanê Kurdî li rojavayê Minbicê xwend.

Di daxuyaniya mamosteyan de wiha hate gotin:

Divê em têkoşer Çîçek Kobanê ya ku li dijî dewleta Tirk a dagirker û êrişên wê yên li dijî Sûriyê li ber xwe dida û ji hêla çeteyên dagirkeriyê ve hatiye girtin, bi bîr bînin.

Em bang li rêxistinên mirovî û civaka navneteweyî dikin bi lez destwerdanê bikin, da ku sînorekî ji dewleta Tirk a faşîst û sûcdar re deynin û komkujiyên wê yên li dijî têkoşer û sivîlan re rawestînin. Hîna jî dewleta Tirk a dagirker heta vê kêliyê sûcên dizîn û talankirina herêmên dagirkirî berdewam dike."

Daxuyanî bi diruşmên silavkirina berxwedana jinên azad bi dawî bûn.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/YgmnnlPPHFE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>