Kongreya Star ji bo rêber Abdullah Ocalan dest bi çalakiya konvedanê kir

Kongreya Star li Qamişloyê bi daxwaza wergirtina agahiyekê ji tenduristiya rêber Abdullah Ocalan çalakiya konvedanê da destpêkirin.

Kongreya Star ji bo rêber Abdullah Ocalan dest bi çalakiya konvedanê kir
Kongreya Star ji bo rêber Abdullah Ocalan dest bi çalakiya konvedanê kir
Kongreya Star ji bo rêber Abdullah Ocalan dest bi çalakiya konvedanê kir
Kongreya Star ji bo rêber Abdullah Ocalan dest bi çalakiya konvedanê kir
24 adar, 2021   12:27
QAMIŞLO

Çalakiya konvedanê îro li Parka Arî ya taxa Sîyahî ya Qamişloyê bi pêşengiya Kongreya Star dest pê kir. Di çalakiyê de endamên Kongreya Star, PYD û Meclisa Malbatên Şehîdan amade bûn.

/ar/uploads/files/2021/03/24/121850_mizgin-ehmed.webp

Endama Desteya Rêveber a PYD'ê Mizgîn Ehmed di semînera li konê çalakiyê de wiha got: "Dewleta Tirk a faşîst dixwaze nirxên mirovahiyê tune bike û têkildarî tenduristiya rêber Ocalan hin îdia kirin. Xwestin Kurdan û gelê ku ji bo azadiyê tê dikoşe, biceribînin. Em nizanin îdia çi qasî rast e yan jî derew e. Lê em îdiayê cidî dibînin. Heta ku parêzer û malbata rêber Ocalan biçin cem wî, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

/ar/uploads/files/2021/03/24/121936_saha-xelil.webp

Berdevka Kongreya Star a Qamisloyê Şaha Xelîl jî got îdiayên ku di çapemeniya Tirk de der barê tenduristiya rêber Abdullah Ocalan de hatine kirin, cidî dibînin û wiah dewam kir: “Heta ku hevdîtin bi rêber Abullah Ocalan re çêbe, em ê li kolanan bin û em ê çalakiyên xwe bidomînin."

Şaha Xelîl diyar kir ku tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan tecrîda li dijî mirovahiyê û jinan e.  Şaha Xelîl bi bîr xist ku mafê rêber Abdullah Ocalan heye ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike û ji hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan xwest ku gavên cidî biavêjin da ku bersivên erênî bidin daxwazên hevdîtinê.

/ar/uploads/files/2021/03/24/121916_hevi-seyid.webp

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Hêvî Seyîd jî got: "Rêber Abdullah Ocalan bi paradîgmaya xwe azad e. Îro cîhan behsa felsefeya rêber Ocalan dike. Heta ku azadiya me ya fîzîkî pêk were, em ê çalakiyên xwe bidomînin."

/ar/uploads/files/2021/03/24/121831_yahya-suleyman.webp

Endamê PYD'ê Yehya Silêman jî axivî û destnîşan kir ku nikarin îradeya gelên ku ji bo azadiyê şer dikin, têk bibin. Silêman destnîşan kir ku ew bi felsefeya rêber Ocalan hene û got heta ew der barê rewşa tenduristiya rêber Abdullah Ocalan de agahiyekê bigirin, ew di çalakiyên xwe de israr dikin. 

Çalakiya kon dê bi beşdariya Komîteya Edaletê û Meclisa Edaletê ya Jinan heta 28’ê Adarê bidome.

ANHA