Macron dewleta Tirk bi pêkneanîna berpirsyarên xwe tawanbar kir

Serokê Fransayê Emmanuel Macron dewleta Tirk tawanbar kir ku berpirsyarên xwe yên têkildarî şandina çeteyan ji Lîbyayê re pêk neanîne. Her wiha dewleta Tirk hişyar kir ku dest di hilbijartinên Fransayê wernede.

Macron dewleta Tirk bi pêkneanîna berpirsyarên xwe tawanbar kir
24 adar, 2021   12:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Macron ji kanaleke televîzyonê ya Fransayê re wiha got: “Divê em rola dewleta Tirk di NATO’yê de diyar bikin.”

Macron dewleta Tirk bi “vegerîna ji gotina xwe” der barê şandina çeteyan bo Lîbyayê de tawanbar kir û diyar kir ku bi wê yekê dewleta Tirk Peymana Berlînê ya di Çileya 2020’an de hate îmzekirin, binpê kiriye.

Ji sala borî de dema ku dewleta Tirk ji bo piştgiriya hikumeta Fayiz El-Serac dest di Lîbyayê werdaye, bi hezaran çete ku piraniya wan ji Sûriyê ne, veguhastin Lîbyayê.

Ji beriya çend mehan ve ji ber berjewendiyên jeosiyasî li Lîbya, rojhilatê Deryaya Spî û Qefqasyayê, têkiliyên di navbera Erdogan û Macron de aloz in.

Serokê Fransyê her wiha dewleta Tirk ji destwerdana li hilbijartinên serokatiyê yên Fransyê ku dê 2022`yan pêk bên, hişyar kir û got: “Gefên destwerdana li hilbijartinên bê hene.”

(cx)