Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li bajarokê Hecînê nivîsgeheke xwe vekir

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li bajarokê Hecînê yê Dêrazorê bi şahiyekê nivîsgeha xwe vekir.

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li bajarokê Hecînê nivîsgeheke xwe vekir
24 adar, 2021   13:46
DÊRAZOR

Bi dehan şênî, şêx û rûspiyên eşîran, nûnerên partiyên siyasî û saziyên Rêveberiya Xweser beşdarî şahiya vekirinê bûn.

Piştî rêzgirtinê endamê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Huzeyfa El-Ehmed bixêrhatina beşdaran kir û got ew bi hêvî ne ku ev nivîsgeh ji bo hemû daxwazên şêniyan bibe bersiv û li ser şopa şehîdan bimeşin da ku armancên wan pêk bînin.

/ar/uploads/files/2021/03/24/115634_hthyfh-alahmd.webp

Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a xeta Dêrazorê jî Rekan El-Ebûd şehîd bi bîr anîn û vekirina nivîsgehê pîroz kir.

Ji rûspiyên eşîrên Bokemalê Nasir El-Teram jî ji bo vekirina nivîsgehê kêfxweşiya xwe anî ziman û bal kişand ser armancên partiyê yên ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk û wiha got: "Wê hemû fikir, ol, taîfe û nîjad di nava partiyê de kom bibin."  

/ar/uploads/files/2021/03/24/115702_nasr-altram.webp

Her wiha serokê Meclisa Xeta Rojhilat Mihemed Seyîd El-Emîr jî vekirina nivîsgehê pîroz kir û û banga hewledana xurtkirina rêgezên demokratîk li herêmê kir.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/wMTx1SuSgcc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>