Li Çilaxa jinek ji aliyê xezûrê xwe ve hate qetilkirin

Li gundekî navçeya Çilaxa, ji ber nakokiyên malbatî, jinek 20 salî ji aliyê xezûrê ve hate qetilkirin.

Li Çilaxa jinek ji aliyê xezûrê xwe ve hate qetilkirin
23 adar, 2021   15:39
QAMIŞLO

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane me; welatiyê bi navê Ebas Hemkê yê ji gundekî Çilaxa, ji ber pevçûneke malbatî hevjîna kurê xwe bi 3 guleyên demançeyê qetil kir. Sedema nakokiyên malbatê nehatin zanîn.

Çavkaniyan diyar kir ku Nûjîn Xelîl piştî ku hate gulebarankirin ji bo nexweşxaneya Selam hate veguhestin û li wir ji ber birîna xwe ya giran jiyana xwe ji dest da.

Hêzên Ewlekekariyê Ebas Hemkê û endamên malbatê girtin û lêpirsîn dan destpêkirin.

Cenazeyê Nûjîn Xelîl ku ji bo nexweşxaneyê hatibû veguhestin, radestî malbata wî hate kirin.

ANHA