​​​​​​​Ji bo 3 cangoriyên azadiyê merasîmeke hate lidarxistin

Cenazeyê şervanên QSD'ê Murad û Hebeş ku di berxwedana Eyn Îsayê de şehîd bûbûn li Goristana Şehîd Sêvdar hatin veşartin. Di merasîmê de nasnameya şehîdekî hate ragihandin.

​​​​​​​Ji bo 3 cangoriyên azadiyê merasîmeke hate lidarxistin
​​​​​​​Ji bo 3 cangoriyên azadiyê merasîmeke hate lidarxistin
​​​​​​​Ji bo 3 cangoriyên azadiyê merasîmeke hate lidarxistin
​​​​​​​Ji bo 3 cangoriyên azadiyê merasîmeke hate lidarxistin
​​​​​​​Ji bo 3 cangoriyên azadiyê merasîmeke hate lidarxistin
​​​​​​​Ji bo 3 cangoriyên azadiyê merasîmeke hate lidarxistin
​​​​​​​Ji bo 3 cangoriyên azadiyê merasîmeke hate lidarxistin
​​​​​​​Ji bo 3 cangoriyên azadiyê merasîmeke hate lidarxistin
23 adar, 2021   15:58
REQA

Bi tevlêbûna bi sedan şêniyên Reqayê cenazeyên şervanên QSD'ê Hisên El-Îsa (Murad) û Hisên Hebeş (Hebeş) ku di berxwedana Eyn Îsayê de şehîd bûbûn, bi merasîmekê li goristana Şehîd Sêvdar a li bajarokê Cidêdat ê rojhilatê Reqayê hatin veşartin. Di merasîmê de Meclisa Malbatên Şehîdan şehadeta şervanê QSD'ê Îbrahîm El-Elî ragihan.

Girse ku li qada Selam a aliyê bakurê bajarokê El-Keramayê kom bûn pêşwaziya cenaze kir û bi kerwanekî ji sedan erebeyan ku bi wêneyên şehîdan hatibû xemilandin ber bi goristanê ve ketin rê.

Li goristana Şehîd Sêvdar merasîmeke hate lidarxistin, ji bo bîranîna şehîdan deqeyeke rêz hate girtin. Piştre ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Reqayê Salih El-Boş axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Bi saya van şehîdan em azad bûn û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ewle ne. Ji bo şehadetê em hemû amade ne, em ê xeta şehîdan bişopînin û destkeftiyên wan biparêzin."

Bi navê Partiya Sûriya Pêşerojê, endamê partiyê yê nivîsgeha El-Kerama Feysel El-Beyrem axivî, îşaret bi berdêlên ku QSD'ê ji bo parastina herêmê dane kir û  wiha got: "Em bi saya we li vir dijîn, em fedekariyên we ji bîr ankin û em Sûriyeke demokratîk, pirrengî û nenavendî ava bikin."

Piştî axaftinan, endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a El-Kerama Îbtîsam El-Ehmed nasnameyên şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir.

Şervanan cenazeyê şehîd Murad û Hebeş di nava tilîliyên dayikan û diruşmeyên "Şehîd namirin" de spartin axê.

ANHA