‘Tunekirina DAIŞ`ê hîna berdewam e’

Kesayetên di merasîma bîranîna salvegera duyemîn a ragihandina têkçûna DAIŞ`ê de axivîne, destnîşan kirin ku tunekirina DAIŞ`ê hîna berdewam e. Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê jî bang li Koalîsyona Navneteweyî û cîhanê kir ku erka xwe bi cih bînin û mijara girtiyên DAIŞ`ê û malbatên wan bixin rojeva xwe.

‘Tunekirina DAIŞ`ê hîna berdewam e’
‘Tunekirina DAIŞ`ê hîna berdewam e’
‘Tunekirina DAIŞ`ê hîna berdewam e’
‘Tunekirina DAIŞ`ê hîna berdewam e’
‘Tunekirina DAIŞ`ê hîna berdewam e’
‘Tunekirina DAIŞ`ê hîna berdewam e’
‘Tunekirina DAIŞ`ê hîna berdewam e’
‘Tunekirina DAIŞ`ê hîna berdewam e’
23 adar, 2021   13:11
DÊRAZOR

Merasîma bîranîna salvegera duyemîn a rizgarkirina Baxozê ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve li zeviyê El-Omer ê petrolê yê li rojhilatê Dêrazorê, hat lidarxistin.

Di merasîma de Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed Ebû Xewle axivî û diyar kir ku tunekirina DAIŞ'ê xebatekî zêdetir dixwaze.

Ebû Xewle behsa girtiyên DAIŞ`î û malbatên wan ên li Kampa Holê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got: “Divê mijara malbatên çeteyan ên li kampan û bi taybetî li Kampa Holê were çareserkirin. Divê Koalîsyona Navneteweyî û cîhan ji bo çareserkirina mijara girtiyên DAIŞ`î û jinûveavakirina herêmê, berpirsiyarên xwe pêk bînin.”

Hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Xesan El-Yûsif jî destnîşan kir ku QSD'ê û Rêveberiya Xweser xwedî projeyekê ne ku mafên her hemiyan misoger dike.

El-Yûsif diyar kir ku qonaxa tunekirina rêxistinên terorîst hîna bi dawî nebûye û divê hewldan bibin yek da ku ew rêxistin bên bidawîkirin.

Xesan El-Yûsif teqez kir ku ji bo jinûve avakirina gundewarê Dêrazorê ew di nava hewldanan de ne û wiha got: “Wekî Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê di pêvajoya jinûve avakirinê de em alîkariya şêniyan dikin, lê hîna jî pêwîstiay me bi xebatekî zêdetir heye.”

Der barê çareserkirina aloziya Sûriyê de El-Yûsif diyar kir ku divê pêkhateyên Bakur û Rojhilatê perçeyekî çareseriya Sûriyê bin û wiha lê zêde kir: “Em dixwazin çareseriyeke siyasî ku mafên hemiyan misoger dike, pêk bînin. Bêyî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tu çareserî ji aloziya Sûriyê re nîn e. Em di serkeftin û berdewamkirinê de bi îsrar in.”

Rûspiyê eşîra El-Igêdat Hemûd El-Nofel jî di merasîmê de axivî û teqez kir ku Kurd û Ereb ji bo tunekirina fikrê DAIŞ`ê û şaneyên veşartî, hevkar in.

El-Nofel bang li şêniyên herêma Dêrazorê kir ku tev li nava refên QSD`ê bibin da ku ewlehî û îstiqrara li herêmê mayînde bibe.

Di dawiya merasîma salvegera duyemîn a rizgarkirina Baxozê de, Fermdandariya QSD`ê ya Herêma Rojhilat, nûnerên Koalîsyona Navneteweyî ya li Dêrazorê, saziyên leşkerî yên gundewarê rojhilat, bakur û rojavayê Dêrazorê û Meclisa Sivîl a Dêrazorê xelat kirin.

(dm)

ANHA