Li Şehbayê çalakiya ji bo eşkerekirina rewşa rêber Ocalan 6 roj in didome

Li Şehbayê çalakiya konvedanê ya ji bo eşkerekirina rewşa tenduristî ya rêber Abullah Ocalan ku li navçeya Fafînê hatibû destpêkirin, di roja 6'emîn de ye.

Li Şehbayê çalakiya ji bo eşkerekirina rewşa rêber Ocalan 6 roj in didome
Li Şehbayê çalakiya ji bo eşkerekirina rewşa rêber Ocalan 6 roj in didome
Li Şehbayê çalakiya ji bo eşkerekirina rewşa rêber Ocalan 6 roj in didome
Li Şehbayê çalakiya ji bo eşkerekirina rewşa rêber Ocalan 6 roj in didome
Li Şehbayê çalakiya ji bo eşkerekirina rewşa rêber Ocalan 6 roj in didome
23 adar, 2021   13:29
ŞEHBA

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Kongreya Star ji bo eşkerekirina rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan, li qada Dibistana Ajotinê ya li navçeya Fafînê konê çalakiyan vedan.

Îro bi dehan endamên meclis û komînên navçeya Şêrewa, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û şêniyên navçeyê li konê çalakiyan nobet girtin.

Di çalakiya konvedanê de beşdaran perspektîfên rêber Ocalan ên der barê siyasetên dewletên kapîtalîst ji bo parçekirina civakên Rojhilata Navîn, guhdarî kirin.

Piştre endama rêveberiya Koordînasyona Kongreya Star a herêma Efrînê Leyla Xelîl bang li CPT`î a Ewropayê kir ku bi erka xwe rabe û rewşa rêber Ocalan eşkere bike.

Leyle teqez kir ku dewleta Tirk a dagirker wekî bersivdayîna binkeftina xwe li Garê, tecrîda li ser rêber Ocalan girantir kir.

Endamê rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a navçeya Şêrewa Heysem Şêrewa jî diyar kir ku ciwanên herêma Efrînê dê xwepêşandanên xwe heta girtina agahiyan li ser tenduristiya rêbertî, dewam bikin.

Her wiha endamê meclisa navçeya Şêrewa Mihemed Şêxo bal kişand ser girîngiya bilindkirina têkoşîn û berxwedanê ji bo rakirina tecrîdê û eşkerekirina rewşa rêber Ocalan.

Tê payîn ku sibê şêniyên navçeya Ehdasê serdanê konê çalakiyan bikin.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/8WBLxVwX4xA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>