Li rojhilatê Serêkaniyê teqîn: Kuştî û birîndarên çeteyan hene

Çavkaniyên taybet ji ANHA`yê re ragihandin ku erebeyek bombebakirî li rojhilatê bajarê Serêkaniyê teqiyaye û di encamê de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûne.

Li rojhilatê Serêkaniyê teqîn: Kuştî û birîndarên çeteyan hene
23 adar, 2021   12:35
HESEKÊ

Çavkaniyên taybet ji ANHA`yê re ragihandinin ku li rojhilatê bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî li ser rêya Sînaa erbeyeke mombebarkirî teqiya.

Çavkaniyan diyar kir ku teqîn li nêzî navenda çeteyên bi navê “Polîsên Leşkerî” pêk hatiye.

Çavkaniyan teqez kir ku di teqînê de kuştî û birîndarên çeteyan “Polîsên Leşkerî” çêbûne û ew birina nexweşxaneyê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku beriya du rojan navenda bajêr bi moşekan hatibû hedefgirtin û di encamê de hejmareke sivîl û di nav de zarok jiyana xwe ji dest dabûn, her wiha hejmareke çeteyan hatibûn kuştin û birîndar bûbûn.

(dx)

ANHA