Dera…Pêşbiniya şerekî nû

Piştî 10 salên ji krîza Sûriyê, ji nû ve nakokî li Derayê ya ku ji wir xwepêşandanên li dijî hikumeta Şamê dest pê kirine, bilind dibin. Lêkolînerê sûrî Ehmed Dirzî hişyarî li ser jinûve vegera şer da û got: "Dera parçeyek ji Sûriyê ye ya ku êdî bûye qada bingehîn a nakokiyên di navbera Washington û Moskovê de.

Dera…Pêşbiniya şerekî nû
22 adar, 2021   05:28
NAVENDA NÛÇEYAN-ŞEYMAA ELÎ

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve ku di vê Adarê de derbasî sala xwe ya 11’an bûye, li bajarê Derayê di navbera hêzên hikumeta Şamê û komên çekdar ên girêdayî koman de, nakokî hene. Di gelê wê jî xwepêşandanên li dijî hikumeta Şamê hene.

DERA...ÇIRÛSKEKE NÛ BANGA HILWEŞÎNA HIKUMETA ŞAMÊ DIKE

Bajarê Derayê yê li başûrê welat ji yekemîn herêmên Sûriyê yê ku di 15’ê Adara 2011’an de daketin qadan û banga hilweşîna hikumeta Şamê kiriye.

Di 18’ê Adara heman salê de, hêzên hikumeta Şamê 2 ciwan ji Derayê bi navên Mehmûd Cewabîra û Husam Eyaş di xwepêşandanê de kuştin. Xwepêşandanan her du ciwan bi "meşaleya destpêka şoreşa Sûriyê" bi nav kir.

Di salvegera 11’emîn a krîza Sûriyê de û ji bo bîranîna qetilkirina her du ciwanên bi navên Mehmûd û Husam, şêniyên Derayê di 18’ê vê Adarê de xwepêşandan li pêş mizgefta El-Umerî li dar xist û dîsa banga hilweşîna rejîmê kir.

Dezgehên çapemeniyê yên erebî û biyanî xwepêşandanên ku li dar ketine bi "Vejandina salvegera bitirs ji bo serokê hikumeta Şamê" bi nav kir.

Li beramberî jî, hikumeta Şamê hêzên leşkerî yên mezin sewqî Derayê kirin. Komên çekdar ên berê jî hewl didin rewşê ji nûve gur bikin.

JI DESTPÊKA VÊ MEHÊ VE....NAKOKÎ LI DERAYÊ BERDEWAM E

Ji destpêka vê mehê ve li Derayê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çekdarên berê de, nakokî berdewam e.

Di 16’ê vê Adarê de 21 endamên hêzên hikumeta Şamê di kemîneke çekdarên berê de li bejahiyên rojavayê Derayê hatin kuştin.

Di 17’ê vê Adarê de mayînek bi erebeya leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê"Emin El-Dewlê " ve teqiya, di encamê de leşkerekî hêzên hikumeta Şamê hate kuştin û 4 birîndar bûn.

Di Sibatê de kesên nenas nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li bejahiyên bakurê Derayê armanc kirin, di encamê de zirarên madî çêbûn.

PEYMAN...TENÊ NIVÎSEK LI SER KAXIZÊ YE

Bi berdewama nakokiyên li Derayê re, peymana ku Rûsya di 26’ê Çileya borî de di navbera Feyleqa 5’an a Rûsyayê, komîteya navendî ya Horan û Firqet 4’an a hêzên hikumeta Şamê û çekdaran de îmze kiriye, nivîsek li kaxizê dimîne.

Li gorî peymanê, divê komên çekdar çekên giran û serçeteyên berê yên koman li bajarê radest bikin, li beramber wê peyman jî tu kes ji bajêr koçber nabe. Lê tenê divê serçeteyê bi navê Ebû Tariq El-Sibêhî ku ji bajarokê Etman ê rojavayê Derayê ye, tevî kesên ji çekdar û fermandarên berê ku dixwazin derkevin, koçberî bakurê Sûriyê bibin.

ŞERÊN NÛ

Têkildarî nakokiya nû ya li Derayê, lêkolînerê sûrî Ehmed Dirzî got: "Rewşa li Derayê berdewama vegera şerên nû, fişarên aborî û leşkerî yên ji hêla DYA’yê ve ye. Ew fişar jî piştî ku Rûsya dev ji peymana  Helsinkî ya ku Putin û Trump îmze kiriye berdaye pêk hat. Ew peyman girêdayî 3 herêmên bingehîn e, yek li herêma bejahiyên rojavayê Dera, ya din li çolistana Sûriyê ya din jî li Cizîra Sûriyê ye."

Dirzî piştrast kir ku herêma başûrê Sûriyê hema bêje vala bûbû û Îsraîl û hêzên wê yên li Colanê ew herêm dabîne dikir, lê niha rewş piştî guhartina mezin a di rêveberiya Amerîkayê de cuda bû û wiha domand: "Vegerîna dewleta kûr bi hûrgiliyên siyasî yên derve û hundirîn li DYA’yê careke din asta dijminahiya Amerîkayê ji Çîn û Rûsyayê re nîşan dide û hewl dide nexşekirina Îranê ya merheleya bê qels bike."

Dirzî behsa Odeya Mok a berê li Derayê kir û wiha dewam kir: "Tevahî dewletên ku wê demê destwerdan kirine, ji nûve bûn alîgirê rêveberiya Amerîkayê, da ku van siyasetan pêk bînin."

Dirzî destnîşan kir ku DYA’yê qada Sûriyê ji bo sekna li hember Rûsya bi kar anî, bi taybet piştî rêveberiya Amerîkayê di aktîfkirina şoreşan de bi bin ket û pişrast kir ku qada bingehîn a ku her du alî li hember hev bisekinin, niha qada Sûriyê ye û Dera jî parçeyek ji vê qadê ye.

Têkildarî mijarê, Dirzî behsa nakokiya li herêmên dîtir kir û îşaret bi rewşa çolistana Sûriyê û êrişên DAIŞ’ê û hebûna terorê li Idlibê kir û wiha domand: "Fişara bê ber bi jinûve serweriya li ser rêveçûnên tevgerên dewleta Tirk ye, ew jî ji bo xizmetkirina berjewendiyên Amerîkayê li hember Rûsya û Çînê ye."

 ‘ÊRIŞEKE LEŞKERÎ YA NÊZ’

Dirzî da zanîn ku nakokiya li Derayê bêyî hesab derbas nabe û destnîşan kir ku dê hikumeta Şamê êrişeke leşkerî pêk bîne û wiha domand: "Niha Dera parçeyekî bingehî yê vegera şeran e. Ez texmîn dikim ku ev mijar wiha derbas nabe. Hin agahiyên îstîxbaratî yên mezin li ser tevahî herêmên başûrê Derayê hene û dê pêkanîna êrişeke leşkerî bi hevkariya Moskovê, Tehran, Şamê û Beyrûtê li hember van koman bi ser keve."

FIŞARÊN ABORÎ YÊN NÛ

Lêkolînerê sûrî Ehmed Dirzî nirxandina xwe wiha dewam kir: "Rewşa li Sûriyê dê girêktir bibe, ji bilî Qanûna Qeyser, Kongresa Amerîkayê qanûneke nû lêkolîn dike, da ku dorpêça li dijî Sûriyê geş bike. Dê bi wê re jî qada Sûriyê bibe qadeke bingehîn a nakokiyên navneteweyî."

Dirzî diyar kir ku ji 2011’an û heta niha ve pirsgirêk nehatine çareserkirin û hê jî girêktir dibin, ji ber jidayikbûneke nû ya navneteweyî heye û wiha dewam kir: "Yan DYA’yê bi vê pergala navneteweyî ya nû qebûl bike yan jî şer û nakokî berdewam bikin. Lê qebûlkirina wê têkçûn e û dê bi wê re jî ne tenê ji Sûriyê vekişe, lê dê ji parzemîna Asya bi tevahî vekişe."

Ehmed Dirzî di dawiyê got: "Sûriyê li beramber gelek merheleyên ji fişarên aborî û êrişên leşkerî ye, bi taybet ger Amerîka karî biryara Tirkiyê ya rêxistinkirina wê di nav eniya "Tel Aviv - Riyad - Dohayê" de vegerîne. Dê ev jî bandorê li gelê Sûriyê bike û bi xwe re gelek fişar û xizaniyê bîne, da ku gel bê neçarkirin ku serî li hember hikumeta Şamê hildin.

(fr)

ANHA