'Bi îradeya her Efrîniyekî divê têkoşîna li hemberî dagirkeriyê were xurtkirin'

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Sûriya Pêşerojê Hesen Koçer di pîrozbahiya Newrozê ya li herêma Efrînê de axivî  û got: "Divê em asta têkoşîna xwe bi heman bawerî û vîna ku çavkaniya wê di hundirê her efrîniyekî de ye bilind bikin heta ku dagirekran ji xaka xwe derxînin."

'Bi îradeya her Efrîniyekî divê têkoşîna li hemberî dagirkeriyê were xurtkirin'
'Bi îradeya her Efrîniyekî divê têkoşîna li hemberî dagirkeriyê were xurtkirin'
'Bi îradeya her Efrîniyekî divê têkoşîna li hemberî dagirkeriyê were xurtkirin'
'Bi îradeya her Efrîniyekî divê têkoşîna li hemberî dagirkeriyê were xurtkirin'
'Bi îradeya her Efrîniyekî divê têkoşîna li hemberî dagirkeriyê were xurtkirin'
'Bi îradeya her Efrîniyekî divê têkoşîna li hemberî dagirkeriyê were xurtkirin'
'Bi îradeya her Efrîniyekî divê têkoşîna li hemberî dagirkeriyê were xurtkirin'
21 adar, 2021   15:10
ŞEHBA

Koçberên Efrînê û şêniyên kantona Şehbayê pîrozbaniya Newrozê li gundê Elûşa yê navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê li dar xistin.

Di pîrozbahiyê de peyama rêber Abdullah Ocalan a derbarê Newrozê de guhdar kirin.

Piştre hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê Şîraz Hemo axivî, Newroz li tevahî berxwedêrên li hemberî zilmê û tevahî gelê Kurd pîroz kir û wiha got: "Agirê Newrozê dê planên dagirkeran têk bibin, di vê roja dîrokî de ya ku berxwedanê di nava xwe de digire em soza xwe ya rizgarkirina Efrîn û xaka Şehbayê ji dagirker û çeteyan nû dikin."

Şîraz Hemo got, pêxistina meşeleya Newrozê destpêka têkbirina terorê ye.

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Sûriya ya Pêşerojê Hesen Koçer jî di pîrozbahiyê de axivî û got:  "Berxwedan heta rizgarkirina Efrînê berdewam e. Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê nikarin îradeya me bişkînin û me têk bibin. Hemû îmkanên me ji bi rizgarkirina Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê ji dagirkeriyê ne."

Koçer di berdewama axaftina xwe de got: "Em nikarin bêjin ku em azad in heta em Efrînê rizgar bikin, ji 3 salan ve şêniyên me li Şehbayê li ber xwe didin û sextet û derewên rêxistinên mafên mirovan û civaka navneteweyî eşkere dikin ku li hemberî sûcên dewleta Tirk bêdeng e. Divê zextê li Tirkiyê bikin da ku wê ji Efrînê derxînin."

Hesen Koçer îşaret bi daxuyaniyên Îtîlafê kir ku gotibû dê Newroz li Efrînda dagirkerî were pîrozkirin û wiha domand: "Dewleta Tirk dixwaze dagirkeriya xwe rewa bike, çawa wê Newrozê pîroz bikin piştî ku peykerê Kawayê Hesinkar li Efrînê rûxandin."

Hesen Koçer di dawiya axaftina xwe de soza domandina têkoşînê da û got: "Divê em asta têkoşîna xwe bi heman îrade û baweriya ku çavkaniya wê di hundirê her Efrîniyekî de ye, bilind bikin da ku dagirkeran biqewitînin."

Pîrozbahî bi stran û dîlanan didome.

ANHA