Balafirên Rûsya kargeha gazê ya girêdayî çeteyan bomebebaran kir

Balafirên şer ên Rûsya kargeha Gazê û derdora wê ya girêdayî şirketa "Weted" û benzînxaneya li derdora bajarê Sermed ê sînorî bi Lîwa Iskenderon ê gundewarê Idlibê bomebebaran kirin.

Balafirên Rûsya kargeha gazê ya girêdayî çeteyan bomebebaran kir
21 adar, 2021   17:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku avahî û navendên hatin hedefkirin, ji aliyê kesên nêzî "Hikumeta Enqazê"  û çeteyên Heyet Tehrîr Şamê ve dihatin birêvebirin. Di encamê de şewateke mezin derket.

Her wiha got, balafiran gundê Kefer Şilaya yê bajarê Erîha yê gundewarê Idlibê bombebaran kir. Derbarê ziyanên mirovî de heta niha agahî nehatin ragihandin.

SOHR'ê, beriya çend kêliyan ragihandibû ku moşek ji dûr ve hate avêtin, li derdora herêma Selwa ya gundewarê bakurê Idlibê yê nêzî sînorê bi Lîwa Iskenderon re ket. Derbarê çavkaniya moşekê û ziyanan de heta niha agahî nehatin zanîn.  Moşek li bargeha leşkerî ya komên çete ket. Li herêmê gelek kampên koçberê Sûriyê hene.

ANHA

https://twitter.com/i/status/1373665563592028163